ERBÎL
Arinç dest nîşan kir ku pêwendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê ya Îraqa Federal baş in û wiha got: "Pêwendiyên me yên baş bi herêma kurdan re hene. Bazirganiya di navbera me û Îraqê hema hema qasî 20 milyar dolarî ye. Ji vê 11 milyar dolar li herêma kurdan e. Lê ev nayê vê wateyê ku pêwendiyên me bi tenê ji bazirganiyê pêk tên. Mijarên ewlehî û yên din de jî xebatên me yên bi hev re hene."
Arinç li ser pêvajoya çareseriyê jî sekinî û anî ziman ku ji bo tekoşîna bi çek biqede Serokê Herêma Kurdistan ya Îraqa Federal Mesud Barzanî gavên baş avêtine û ew hêvîdar in ku ev piştgirî wê bidome.
Arinç ragihand ku gavên wan ên ku bi hev re diavêjin ji bo aştî û ewlehiya herêmê pir girîng in. Ji bo ku di navbera herêma kurd û Tirkiyê de vîze ji holê bê rakirin jî Arinç wiha got: "Rêveberiya Herêma Kurd ne dewleteke xweser e. Me heta îro bi rêveberiya kurdan re gelek peyman îmze kirin. Lê hikûmeta Îraqê pirsgirêkan derdixe. Bi ya min divê hikûmeta Îraqê van pirsgirêkan bi muxatabekî re bihêle."
Li ser pirsa ku Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê derketiye odeyeke firehtir de jî Arinç wiha got: "Belê, ew hildane odeyeke firehtir. Li gor qanûnan heke girtî salekê li cihê xwe de bê pirsgirêk bisekine, paşê wî dikarin bibin cihekî hê baştir. Bi ya min heke kesek cezayê bixwe divê di nav rewşeke baş de cezayê xwe bikşîne."
Li ser pirsa ku 'gelo Arinç kurd e an na?' jî Arinç wiha axivî: "Ez bi eslê xwe tirk im. Lê belê ez kurd bûma jî, ji bo min ferq nedikir. Ji bo ku ez di malbateke misilman de hatime dinê min dê dîsa şikir ji Xwedayê xwe re bikira. Roja ku min dest bi siyasetê kir û heta niha min bi kurdan re her tim têkiliyên baş danîn. Ji bo ku kurd mafên xwe bi dest bixin min di parlementoyê de gelek tekoşîn da. Lewra heke ziman hebe, mirov jî heye. Ziman tunebe mirov jî tuneye. Ji ber vê jî em gelê kurd jî wek xwe dibînin. Ev jî ji bo min şanazî ye."