ANKARA
Wezîrê Xurek, Cotkarî û Ajaldariyê Eker der barê weşana bi kurdî ya AAyê de axivî û wiha got: "Ji ber ku ev pêngav her çiqas dereng be jî hatiye avêtin ez pîroz dikim. Çimkî ev karekî ne tenê ji hêla mafên mirovan û çandeke gerdûnî girîng e, ev di heman demê de li herêmê ji hêla dîrok, sosyolojî, siyaset, çand, bazirganî, îqtisadî ve tevgereke hêja ye."
Eker got ku bi du zaravayên kurdî nûçeweşandin pir girîng e û wiha axivî: "Ev ê hem ji bo ziman xizmetê bike, hem xizmeta xelkê li herêmê bike û hem jî xizmeta mirovahiyê bike."
Eker balê kişand li ser girîngiya zimanê dayîkê û got: "Mirov her ku diçin, pêş dikevin, bi civatên cuda re rû bi rû dibin û bi perwerdehiyên cuda mezin dibin. Lê belê zimanê dayîkê ji bo mirovî pir girîng e. Ji ber wê bi milyonan însan ji ber ku dê bi zimanê xwe yê dayîkê weşanên Ajansa Anadolûyê teqîb bikin, pêngaveke gelek bi xêr e."
Eker got ji çêbûnê pê ve mirov yek xwe şîrê dêya xwe nikare mehrûm bike yek jî xwe ji zimanê dayîka xwe nikare mehrûm bihêle û wiha pê de çû: "Roleke îradeya însan zêde di van her du tiştan de tunene. Ev du babetên girîng in. Li gor min zimanê ku hûn ji dayîka xwe hîn bûne û şîrê ku we ji dayîka xwe mêtiye pir pîroz in. Çawa dêya ku şîrê xwe dabe mirovî ezîz, mubarek, pîroz hêjayê pêmaçîkirinê be, bi heman şiklî ji ber ku ziman hînê meriv dike û dike ku em bi mirovên din re bi zimanê xwe yê dayîkê têkilî deynin, pir pîroz e."
Eker ji ber vê pêngava hêja Ajansa Anadolûyê pîroz kir û wiha axivî: "Ajansa Anadolûyê heya niha bi tirkî, erebî, rûsî, boşnaqî, îngilizî weşanê dikir û ji vir û pê ve bi du zaravayên kurdî jî dê weşana xwe bike û ev gelek girîng e. Ez hêvîdar im ku ev zarava dewlemend bibin. Her wiha hêviya me ew e ku Ajansa Anadolûyê hin zimanên din yên cîhanê jî bixe nav weşanên xwe. Mesela îspanyolî , çînî ji van çend in. Çimkî ev yeka qîmeta Ajansa Anadolûyê zêde dike. Lê belê ji hêla welatiyên Komara Tirkiyê û ji hêla Rojhilata Navîn xisûsiyeteke zimanê kurdî heye. Ji ber wê ev pêngav pir girîng e."
Eker der barê alfabeyên kurdî de jî fikrên xwe parve kirin û got ku alfebeya latînî zêde ne li gor fonetîka kurdî ye, lê belê ji bo fonetîka kurdî alfabeya erebî guncawtir e. Eker piştre wiha axivî: "Ne karê min e, lê belê alfabeya zimanî jî pir muhîm e. Mesela kurdên li başûr alfabeya erebî bi kar tînin û kurdên li Tirkiyê jî alfabeya latînî bi kar tînin. Ez bawer nakim ku alfabeya latînî kêrê kurdî were, zêdetir kar zehmet dike. Ez dibêjim qey alfabeya ku kurdên li Iraqê bi kar tînin, zêdetir guncaw e. Ji ber ku ez di ziman de bikaranîna van herdu alfabeyan jî dizanim, lewma bi rehetî dikarim bibêjim ya guncaw kîjan e."
Eker got ku destpêkirina weşana bi zimanê kurdî ya Ajansa Anadolûyê tenê ji ber ku wezîr û siyasetmedar im na, wek welatiyekî ji Tirkiyê jî pir kêfa min anî û wiha pê de çû: "Zimanek çiqas di warên cur be cur, sektorên cuda de bê bikaranîn ew qas pêş dikeve. Zimanekî standart jî wisa çêdibe. Berê li Tirkiyê, hêj wextê ku televizyon û radyo zêde belav nebûbû yekê ji herêma Behra Reş û Behra Spî, ji rojhilat û rojava dema ku diaxivîn şêweyên wan gelek ji hev cuda bûn û di hevfêhmkirinê de zehmetî didîtin. Lê belê 20-30 salên dawîn ji ber ku ziman di televizyon, radyo û ajansan de zêde hat bikaranîn, standardeke devok û zaravayê çêbû. Bi vê mebestê îroroj dema ku li her derê Tirkiye tu guhê xwe didî xelkê tu dibînî ku devokeke standart çêbûye."
Eker da zanîn ku ev rewş bi heman şiklî ji bo kurdî jî derbasdar e û her wiha qedexeyên berê yên li ser zimanê kurdî jî bi bîr xist û ji bo nîqaşên li ser standardîzekirina kurdî van yekan got: "Heman tişt ji bo kurdî jî derbasdar e. Berê kurdî di akademiyê de tunebû, qedexeya axaftina ziman hebû, medrese veşartî û bi tirsa gritinê dixebitîn û ji ber wê jî peyvên ku di medreseyan de hatin bikaranîn û yên li nav milet wek li Bismilê û Kızıltepeyê ji hev dûr ketin. Çima? Çimkî ev ji hev dûr bûn têkiliyên wan lawaz bûn. Peyv wek hev nedihatin bikaranîn. Aniha jî bi saya ajans, rojname, televîzyon, radyoyan ev standard çêdibe û wek akademiyê sûdewer dibe. Yanî der barê zimanî de li wan deran tiştên hevpar zêde dibin."
Eker pêngavên demokratîkbûnê yên di dema hukûmeta AK Partiyê de hatin avêtin, bi bîr xist û da nîşan ku weşana Ajansa Anadolûyê jî ji van pêngavan yek e û wiha axivî: "Ez li vir him wek kurdekî him jî wek welatiyekî Komara Tirkiyê spasiyên xwe pêşkêşê birêz Serokwezîrê me dikim. Ji ber ku înîsiyatîfeke wiha ava kir û rê li pêşiya tiştên bi vî şiklî vekir bû sedem ku projeyên wiha ketine paratîkê. Ev geşedaneke pir girîng e."
Eker der barê pêla çareseriyê de jî axift û gotinên xwe yên dawî wiha anî zimên: "Divê mirov bi hûrgilî li van pêlên ku Tirkiye tê re derbas dibe, temaşe bike. Pêngavên ku meriv diavêje divê hay jê hebe. Pêla çareseriyê gelek cîdî ye û bi caran birêz Serokwezîr wê yekê anî zimên; 'Em ê fersendê nedin ku zirarekê bidin vê pêlê, em bi biryar in û em ê tenê destê xwe na, gewdeyê xwe, serê xwe jî bixin bin vî kevirî.' Bi helwesteke ev qas saxlem, hukûmeta ku pêngavên xwe diavêje dê ji vir ha de jî lezê bidê û pêngavên xwe biavêje."