Arîkarê Serokwezîr Arinç destnîşan kir ku mijara sereke ya Lijneya Weziran a vê êvarê rûdanên dawîn ên Iraqê bûn û wiha pê de çû: "Her wekî ku hûn jî dizanin 31 şofêrên me hatin desteserkirin û 49 jî xebatkarên konsolosxaneya me ev qederek e ku ji konsolosxaneyê dûr ketine. Em daxwaz dikin ku di demeke nêz de ev welatiyên me sax û silamet bizivirin welat. Şofêr jî dîsa li cihekî din ji aliyê rêxistineke din hatine enternekirin. Xebatên me yên der heqê wan de jî didomin. Em hewl didin ku ew jî di demeke nêz de bigîjin welat."
Arinç got ku di civînê de hin wezîran û bi taybetî jî Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu destnîşan kir ku her çiqas rewşa Iraqê û dengeyên giştî mijara lêkolîneke serbixwe be jî ev rûdanên dawîn ên li Iraqê tenê ne Iraqê her wiha hemû herêmê eleqedar dikin.
Arinç axaftina xwe wiha domand:
"Ji bo sax û silametiya welatiyên xwe yên desteserkirî Tirkiye hewleke mezin dide. Di çarçoveya vê hewlê de carna bi rayedarên DYAyê, carna bi yên NYyê, carna bi yên hikûmeta navendî û carna jî bi hin aktorên din ên herêmê bi Herêma Kurdistana Iraqê re em ji bo wergirtina xebereke bixêr dixebitin. Îro jî Birêz Wezîrê me yê Karên Derve du caran bi Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî re axivî."
"Bila gelê me bêhna xwe teng neke..."
Arinç wiha got: "Bila gelê me bêhna xwe fireh bike. Înşelah di demeke nêz de em ê bibînin ku ev welatiyên me zivirîne malên xwe û hevdu hemêz kirine."
"Em tehliyeyeke giştî teqez nafikirin"
Arinç diyar kir ku qedera 100 hezar welatiyên Tirkiyeyê ji bo nanê xwe li Iraqê ne û wiha pê de çû: "Qismek ji wan li herêma kurdan in. Beşek ji wan jî li Iraqê belav bûne. Der heqê tehliyekirina wan de em teqez tehliyekirineke giştî nafikirin. Lêbelê ji bo kesên ku dixwazin vegerin, Wezareta me ya Karên Derve di dewrê de ye û her wext ji bo temînkirina rêyên ewle dixebite."
Li ser pirsa der barê namzedê hevpar ê muxalefetê de jî Arinç wiha got:
"Li gorî agahiyên ku gihîştin ber destê min di nava CHPyê de xeynî Kiliçdaroglu kesên ku êrîşê vê şexsî nekirin, nema. Peyrevên MHPyê, diyar e ku dê heta derekê piştgiriyê bidin vî navî. Lêbelê qasî ku hate rojevê hem di nava peyrevên CHPyê de û hem jî di nava koma CHPyê ya di parlementoyê de gelek kes dê piştgiryiê nedinê."