ANKARA
Civîna Pêvajoya Çareseriyê ya di serokatiya Serokwezîr Ahmet Davutoglu da, qediya.
Civîna Pêvajoya Çareseriyê li Avahiya Fermî ya Serokwezîriyê, di seet 15.30an da dest pê kir û ji çapemeniyê ra girtî nêzî 3,5 dewam kir.
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan, Bulent Arinç û Nûman Kûrtûlmûş, Wezîrê Dadê Bekir Bozdag, Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala, Wezîrê Parastina Neteweyî Îsmet Yilmaz, Misteşarê MÎTê Hakan Fîdan, Misteşarê Serokwezîriyê Kemal Madenoglu, Misteşarê Ewlehî û Pergala Kamuyê Muhammed Dervîşoglu, Misteşarê Wezareta Karên Derve Ferîdûn Sînîrlîoglu, Cîgirserokê Koma AK Partiyê Mahîr Unal, Sermişavîrê Serokwezîriyê Alî Sarikaya û Hatem Ete beşdarî civînê bûn.