Hevseroka Giştî ya HDPyê Fîgen Yuksekdagê îdia kir ku dê civak bi besteka ewlehiya navxweyî re bikeve talûkeyê û wiha axivî: "Ez li vir bangî serokwezîr dikim, ji bo ku hûn vê bestekê paşve bikşînin hê hefteyek dema we heye. Di nav vê hefteyê de baş bifikirin, paşî û pêşiya bestekê baş hisab bikin û dêhna xwe bidin mixalefeta demokratîk. Bestekê paşve bikşînin."
Yuksekdag, di Komcivîna TBMMyê ya Partiya xwe de axivî.
Yuksekdagê di civînê de Besteka Ewlehiyê ya Navxweyî û pergala serokatiyê rexne kir û wiha got: "Êdî du alî hene. Ji aliyekî ve tundî, çewisandin, rejima otorîter û desthilatdariya ku ji bo xurtkirina polîtîkayên sermayeyê hewl dide ji aliyê din ve jî kesên ku bi keda xwe hewl didin ku debara xwe bikin, hemû mixalifên ku teleba maf û azadiyên xwe dikin hene."
Yuksekdagê destnîşan kir ku Serokwezîr Ahmet Davutoglu ji bo aliyên mixalif dem diyar kiriye û wiha got: "Ez li vir bangî serokwezîr dikim, ji bo ku hûn vê bestekê paşve bikşînin hê hefteyek dema we heye. Di nav vê hefteyê de baş bifikirin, paşî û pêşiya bestekê baş hisab bikin û dêhna xwe bidin mixalefeta demokratîk. Bestekê paşve bikşînin."
Yuksekdagê bi bîr xist ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku ew bestekê ji bo ewlehiya hilbijartinê derdixin û wiha pê de çû: "Heke hûn vê bestekê derbixin dê him ewlehiya hilbijartinê nebe him jî ewlehiya gel bikeve xetereyê."