ANKARA
Hat ragihandin piştî ku Hakan Fîdan ji bo berendamtiya parlementeriyê dev ji wezîfeya xwe ya misteşariya MÎTê berda, wê Alîkarê Misteşar Îsmaîl Hakki Musa li ciyê wî binihêre.
Li gor agahiyên çavkaniyên Serokwezîriyê Hakan Fîdan di seet 16.40an da ji civîna Pêvajoya Çareseriyê ya ku di serokatiya Serokwezîr Ahmet Davutoglu da hat kirin, derket.
Serokwezîr Davutoglu û Alîkarên Serokwezîr Yalçin Akdogan, Bulent Arinç û Numan Kutulmuş, Wezîrê Dadê Bekir Bozdag, Wezîrê Karên Navxweyî Efgan Ala û Wezîrê Parastina Neteweyî Îsmet Yilmaz ji ber kar û xebatên wî sipasiya Fîdan kirin.
Piştî ku Fîdan ji civînê derket, Davutoglu Alîkarê Misteşar Îsmaîl Hakki Musa ji bo Misteşariya MÎTê wezîfedar kir.
Li gor Zagona MÎTê biryara wekaletê di Rojnameya Fermî da nayê weşandin.
Wek mayîn hat destnîşankirin ku wê Serokwezîr Davutoglu navê misteşarê teze pêşkêşî Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bike, wê ev mijar di MGKyê da were axaftin û bi biryarnameyeke dualî were îmzekirin û wezîfedarkirin temam bibe.