10 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 11 Cotmeh 2015
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan wiha got: "Dem ne dema hevsûcdarkirinê ye, divê em hevbeş hereket bikin û bibin yek. Yên ku civakê tehrîq dikin xizmeta terorê dikin."
Akdogan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û êrîşa terorê ya li Enqereyê şermezar kir û wiha got: "Ev êrîş li dijî hizûr û biratiya Tirkiyeyê hatiye kirin."
Akdogan destnîşan kir ku yên ku hêviya xwe bi teror û hovîtiyê va girêdidin wê li ber hiqûqê hesab bidin.
Akdogan di xeberdana xwe da wiha got: "Êşa me mezin e. Xwedê rehma xwe li kesên ku di teqînê da mirin bike û şifaya xêrê bide kesên birîndar. Dem ne dema hevsûcdarkirinê ye, divê em hevbeş hereket bikin û bibin yek. Yên ku civakê tehrîq dikin xizmeta terorê dikin. Di rojeke wiha da meriv qala hilbijartin, hesabên siyasî bike ev bêberpirsiyarî ye. Yên ku nikarin ji rêxistina terorê ra tiştekî bibêjin, di têkoşîna li dijî terorê da hikûmetê sûcdar dikin. Ev jî bêberpirsiyariyeke dinê ye."