Nihat Kavşut
17 Tebax 2017•Rojanekirin: 18 Tebax 2017
ANKARA
Îbrahîm Kalinê Berdevkê Serokomariyê der barê daxuyaniyên Merkela Serokwezîra Almanyayê da wiha got: "Daxuyaniyên Merkelê ne di cî da ne. Bi ya me ev daxuyanî ji bo hilbijartina ku wê li Almanyayê çêbibe hatine dayîn yan jî em dixwazin wisa bifikirin."
Kalin li Kuliyeya Serokomariyê di civîna çapemeniyê da pirsên der barê rojevê da bersivand.
Îbrahîm Kalin ji bona daxuyaniyên Merkela Serokwezîra Almanyayê wiha got: "Dewleteke Yekîtiya Ewropayê (YE) lazim e telîmata nede hemû endamên YEyê yên din. Ev hereketekî rast nîne. Peymana me ye Yekîtiya Gumrukê peymaneke bi edelet e. Di vê peymanê da têkiliyeke wisa heye hem Tirkiye wê qezenc bike û hem jî welatên Ewroyê wê qezenc bikin. Eger der barê vê da betalkirinek bê kirin an jî paşve biavêjin wê hingê ne bi tenê Tirkiye hemû welatên Ewropayê wê zirarê bibînin."
Kalinê Berdevkê Serokomariyê der barê biryara referandumê ya Herêma Kurdistana Iraqê da wiha got: "Em dixwazin dev ji vê biryarê berdin. Dibe ku biryarên wiha li parlementoyê bên hildan, pisûle bên çapkirin û filan û bêvan, lê ya girîng ew e bi aqlê selîm bifirkirin û gavên rast biavêjin. Di vê mijarê da gavên divê rêvebiriya Bexdayê biavêjin hene û gavên divê rêvebiriya Hewlêrê biavêjin hene. Em jî di vê mijarê da bi dewletên herêma ra di nav şêwrê da ne û em ê hewl bidin çi bikeve ser milê me bikin."
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin ji bo îdiaya Adil Oksuz li Almanyayê ye wiha peyivî: "Wezareta me ya Karên Derva di serê vê hefteyê da der barê mijarê da agahî da meqamên Almanyayê. Duh Wezîrê Karên Derva yê Almanyayê daxuyaniyek dabû gotibû 'Min nûçeyên li Tirkiyeyê belav bûn dîtin lê ez nizanim rast e an na.' Hêviya me ew e ku Almanya li ser mijarê bisekine, lêkolînê bike. Lewra em zanin ku pêkhateya me ya îstixbaratê di vê mijarê da bi meqamên Almanyayê ra danûsitandinê dike, bi rêk û pêk agahiyan parve dike. Berî her tiştî daxwaza me ew e ku wextê ciyê vî zatî bê tespîtkirin, meqamên Almanyayê dest bi xebatên radestkirina wî bikin."
Kalinê Berdevkê Serokomariyê der heqê îdiayên qumpasa li ser CHPyê da jî wiha xeberda: "Di pêvajoya ku ber bi 2019an diçe da Recep Tayyîp Erdoganê ku lîderekî bi xwe û gelê xwe bawer e, tewesilê rêyeke din nake, îdiakirina vê tiştekî beredayî ye."