ANKARA
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu wiha got: "Îro herî kêm li 7-8 dewletên cînarê Tirkiyeyê qeyranên mezin hene, di van şert û mercan de gelek girîng e ku Tirkiye bi îstiqrar dimeşe û hewl dide ku li dinyayê bikeve nav 10 aboriyên herî mezin. Ji ber vê jî divê em aştî û îstiqrara dorberê xwe biparêzin."
Davutoglu der barê personelên serbalyozxaneya Mûsilê de jî wiha got: "Xwezî îro birayên me yên li Mûsilê jî li vir bûna. Înşaellah dê ew jî di demeke kurt de bigihêjin malbata xwe."