Wezîrê Karên Derve û Parlementerê Konyayê Ahmet Davutoglû ji bo Serokatiya Giştî ya AK Partiyê hat hilbijartin.
1emîn Kongreya Mezin a Derasayî ya AK Partiyê li Hêwana Werzîşê ya Arena Ankarayê bi rojevek tenê kom bû. Hilbijartina serokatiya giştî ya ku di kongreyê de hat kirin, temam bû.
Serokê Dîvana Kongreyê Halûk Îpek diyar kir ku jimartina dengan temam bû û ji ber ku encamên hilbijartinê bi awayekî lezgîn jimart spasiya hakimê lijneya hilbijartinê yê navçeyê kir.
Îpek da zanîn ku di hilbijartinê de hezar û 388 deng hat dayîn û hezar 382 deng derbasdar bûn û 6 deng jî nederbasdar bûn. Îpek got ku "Li gor van encaman Wezîrê Karên Derve û Parlementerê Konyayê Birêz Ahmet Davutoglû bi tevahî hezar û 382 deng girtin û wek Serokê Giştî yê AK Partiyê hatiye hilbijartin."
Îpek got ku bila encam ji bo Davutoglû, partî û gel bi xer be û jê re serkeftinê xwest.
Davutoglû di axaftina xwe ya spasiyê de got ku "Hedefa ewil 2015 e. Înşallah di hilbijartinên 2015an de em bikaribin bi piraniyeke wisa bên parlementoyê da ku em bikaribin Destûra Bingehîn biguherînin. Ez wisa bawer dikim ku em dê di vê yekê de bi ser bikevin."
Serokê Giştî yê AK Partiyê Davutoglû wiha axivî: "Di partiyên îqtidarê yên berê de dema guherîn çêdibû ev guherîn dibû wek têkoşîna hêzan, reqabetên siyasî hebûn. Guherîna niha ya di AK Partiyê siyaseta AK Partiyê ya ku navenda wê exlaq û erdem e bi awayekî eşkere derxistiye holê."