TBMM
Parlamentera AK Partiyê ya Kahramanmarajê Sevda Bayazit Kaçarê diyar kir ku dê êdî sergirtî beşdarî xebatên Meclisê bibe û wiha axivî: "Me li Hecê soz da û tobe kir, em sozê xwe bi cih tînin. Em êdî bûn merivên bêguneh. Serpêhatiyên me, paşeroja me paqij bûn."
Kaçar piştî vegera xwe ya ji Hecê, deriyê mala xwe ya li Enqerê ji AAyê re vekir.
Kaçarê, li ser pirsa "Hûn ê êdî sergirtî beşdarî xebatên Meclisê bibin?" wiha bersîv da, "Belê, ez ê êdî wiha dewam bikim. Piştî ku ez çûm Hecê û min ew der dîtin, êdî zor e ku ez serê xwe vekim."
Kaçarê pirsa "Gelo di Lijneya Giştî de heger li dijî we bertek bên nîşan dan, hûn ê çi bikin?" jî wiha bersivand: "Ez bawer nakim ku di vê pêvajoyê de tişteke wisa bibe lê her kes di fik û ramanên xwe de azad e. Hin kes dibe ku min rexne bikin, hin kes jî dibe ku kêfxweş bibin. Divê her kes bi xweşbînî hev qebûl bike û ji bawerî û biryarên hev re rêzê bigre. Heger rexneyên biçûk hebin jî, em ê bikenin û derbas bibin."