19 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 19 Cotmeh 2015
ÎSTANBUL
Serokwezîr Davutoglu der barê êrîşa terorê ya li Enqereyê da wiha got: "Ji bo tesbîtkirina kesên ku bombe li ser xwe teqandin, testên DNAyê hatin kirin. Di encama van tesbîtan da jî nasnameya xwekujerekî teqez bû. Ji bo nasnameya xwekujerê din xebat didomin."
Serokwezîr Ahmet Davutoglu di bernameyeke televîzyonê da pirs bersivandin.
Davutoglu destnîşan kir, ev êrîş ne tenê li dijî welatiyên li wê derê bû, li dijî Tirkiye û demokrasiyê bû û aktorên vê bûyerê wê werin dîtin û teslîmî edaletê bibin.
Davutoglu der barê têkoşîna ku li dijî DAEŞê tê dayîn got ku "Kengê hewcedarî hebe, li gor planên leşkerî hewcedarî bi çi hebe, em di vê mijarê da li dijî DAEŞê di nav midaxaleyên serkeftî da ne."
Davutoglu daxuyand ku ew têkiliyên êrîşa Sirûcê û êrîşa Enqere û Diyarbekirê jî didin ber hev û wiha dewam kir:
"Di vê çarçoveyê da lêpirsînên ku tên kirin jî hene. Her wiha hem DAEŞ hem PKK hem DHKP/C û di êrîşa Reyhanliyê da jî tiliya unsûrên rejimê tê da hebû. Grûbên ku raste rast bi rejimê ra têkildar in, kiribûn. Em li vê derê dibînin ku yên ku zirarê didin Tirkiyeyê, ji bo zirarê û ji bo kaosê tevkariyê dikin. Ev hemû wê derkevin holê."
- "Kesê ku winda bike ne ez im"
Serokwezîr Davutoglu li ser daxuyaniyên Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu wiha got:
"Bi rastî jî heke li ber destê wî tişteke ku min di zorê da bihêle hebe, bila derkeve eşkere bike. Ez hîç ji vê aciz nabim. Ez çi bêjim dipîvim û dibêjim, weke ku li ber 78 milyonan diaxivim, dibêjim. Heke kesek ku tiştekî eşkere bike, ez mehcûb nabim, ew mehcûb dibin. Wê ji bo du sedeman mehcûb bibin, gelê me yê jî bibîne ku ew axaftinên bi şeklî min naxe zorê, ya duyem tu carî êdî tu mirovekî dewletê bi wan bawer nabe û tiştekî bi wan ra parve nake. Li vê derê kesê ku winda bike ne ez im. Ev ji bo Birêz Bahçelî jî ji bo Birêz Kiliçdarolu jî..."
"Li Tirkiyeyê mala şînê ya herî mezin ofîsa Serokwezîriyê ye"
Piştî êrîşa terorê ya li Enqereyê Serokomarê 11emîn Abdullah Gul li Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş geriyabû. Davutoglu pirsa li ser vê lêgerînê wiha bersivand:
"Ev biryara Birêz Serokomarê me ye. Lê ez dixwazim vê yekê bibêjim, li vê derê mala şînê kî ye? Meriv sersaxiyê dide kî? Ji wê rojê pê va min wiha got. Li vê derê mala şînê Komara Tirkiyeyê ye. Hemû Tirkiye ye. Me hemûyan ev êş kişand. Heke hûn tenê sersaxiyê bidin HDPê, hûn wê demê hemû kesên ku mirin dixin merivên HDPê. Me êşeke mezin kişand. Li Tirkiyeyê mala şînê ya herî mezin ofîsa Serokwezîriyê ye."
- "Di rojeva min da koalîsyon tuneye"
Serokwezîr Davutoglu li ser pirsekê wiha got:
"Dema ku wezîfeya xwe ya makezagonî dikin, hûn piştgirî nadin hikûmeta berfireh, vêga hilbijartin nêz dibe hûn behsa hikûmeta berfireh dikin. Lewra dizanin, vê helwestê prestîja MHPê, ya rastî ne MHP prestîja Bahçelî rêvebiriya niha xist. Serbarî ser koalîsyonê tînin rojevê. Vêga ez li ser vê nasekinim, çima li ser nasekinim, lewra di rojeva min da koalîsyon tuneye. Di rojeva min da îqtidara AK Partiyê tenê heye. Koalîsyon êvara 7ê hezîranê hebû, ew rastiya wê demê bû."