TBMM
Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala got ku daxwaza wan ew e ku di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de zarok ji serê çiya vegerin, ne ku dîsa biçin serê çiya û wiha dewam kir: "Em ji bo zarok vegerin pêvajoya çareseriyê birêve dibin. Lewra revandina zarokan provokasyon e. Armanc ew e ku rê li ber pêvajoya çareseriyê bigrin. Divê dev ji van provokasyona berdin. Lewra pêvajo bi rêkûpêk dewam dike."
Ala li meclisê pirsên rojnamegeran bersivand û got: "Kesên ku li gor zagonan tevnagerin dê hesabê vê jî bidin gel. Kesên ku dixwazin rê li ber pêvajoya çereseriyê bigrin hene. Divê em baldar bin. Em ji her tiştî dûr disekinin û pêvajoyê bi rêkûpêk bi rê ve dibin. Em bawer in ku di dawiyê de em ê bigihêjin encameke baş. Lewra baweriya gel jî bi pêvajoya çareseriyê heye."
- Çalakiya rûniştinê ya li Diyarbekirê tê kirin
Ala got ku li Diyarbekirê dayik ji bo zarokên xwe çalakiya rûniştinê li dar dixin û wiha dewam kir: "Ya rast armanca vê pêvajoyê ev e ku êdî dayik negrîn. Divê êdî dayik negrîn. Em ji bo zarokên dayikan ji serê çiya bên vê pêvajoyê birêve dibin. Lê belê dîsa zarok birin serê çiya. Ev rasterast provokasyon e. Hin kes dixwazin ku rê li ber pêvajoya çareseriyê bigrin. Pêvajo berdewam e. Bi rêkûpêk dewam dike. Kadroyeke zana pêvajoyê bi rê ve dibe. Gel jî piştgiriyê dide me. Înşaellah dê ev mesele bê çareserkirin."
Ala li ser pirsa heta niha kî çûne Îmraliyê jî wiha got: "Heta niha gelek kes çûn. Kesên ku diçin diyar in, ev BDPyî ne. Ji bilî vê em nikarin der barê vê mijarê de tiştekî din bêjin."