05 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2017
ANKARA
Ahmet Yildirimê Cîgirserokê Koma HDPê der barê meşa CHPê ya Kemal Kiliçdarogluyê Serokê Giştî yê CHPê ji bo girtina Enîs Berberogluyê Parlementerê CHPê yê Stenbolê da destpêkirin da wiha got: "Digel hişyariyan heger tevdîrên ewlehiyê neyên hildan û ji ber kêmasiya ewlehiyê di meşê da tiştek biqewime, û pozê kesekî jî xwînî bibe berpirsiyar îqtidara siyasî ye."
Yildirim li Meclisê daxuyaniya çapemeniyê da û destnîşan kir greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semih Ozakça li girtîgehê dan destpêkirin di roja 119emîn da ye.
Ahmet Yildirim diyar kir Fîgen Yuksekdaga Parlementera HDPê ya Wanê ya berê do cara ewil derket mehkemeyê û destnîşan kir lijneya ji Ewropayê bona şopandina dozê hat ji ber astengkirinê neket salona dadgehê.
Yildirim li ser pirsa "Der barê meşa Kiliçdaroglu da îdiaya provakasyonê heye, ew bixwe jî vê dibêje, hûn çawa şirove dikin?" wiha got: "Birêz Kiliçdaroglu dimeşe, lê ji derdorên cuda jî piştgirî bona meşê heye. Tu Gulenparêz, DAÎŞparêz û PKKyiyek negotiye em piştgiriyê didin meşê. Li ser tiştekî tuneye dixwazin zirarê bidin çalakiyê, gotinên rojane exlaqî nînin."
Ahmet Yildirim di berdewamiya xeberdana xwe da wiha got: "Digel hişyariyan heger tevdîrên ewlehiyê neyên hildan û ji ber kêmasiya ewlehiyê di meşê da tiştek biqewime, û pozê kesekî jî xwînî bibe berpirsiyar îqtidara siyasî ye."