06 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2017
WASHINGTON
Hat ragihandin ku di peywendiya li ser têlefonê ya di navbera Alîkarê Serokê DYAyê Mike Pence û Nûnera Bilind a Peywendiyên Derva û Polîtîkayên Ewlekariyê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Federica Mogheriniyê da hêvî hat kirin ku ji mizakereyên Qibrîsê ku li Swîsreyê dewam dikin, encameke erênî derkeve.
Qesra Spî der barê xeberdana Pence-Mogheriniyê da daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku Pence û Mogherini herdu jî li ser wê qenaetê ne ku Konferansa Qibrîsê ya li Swîsreyê girîng e û wiha hat dewamkirin, "Em hêvîdar in ku serokê layenê rûm û yê tirk ên ji Qibrîsê wê li ser rêkeftina konfederasyoneke du herêm û du civat ku wê Qibrîsê jinûva bike yek, li hev bikin."
Piştî ku duhê hat ragihandin wê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres jî beşdarî Konferansa Qibrîsê ya ku li bajarê Crans-Montana yê Swîsreyê dewam dike be, Serokomarê Komara Tirk a Qibrîsa Bakur Mustafa Akinci jî destnîşan kiribû ku ew hêvîdar e wê der heqê giravê da rêkeftinek çêbe.
Nûnera Bilind a Peywendiyên Derva û Polîtîkayên Ewlekariyê ya Yekîtiya Ewropayê Mogherini ku wekî çavdêr beşdariya konferansê dike, duhê hatibû Crans-Montanayê.
Alîkarê Serokê DYAyê Pence jî di 21ê hezîranê da li Serokomarê Komara Tirk a Qibrîsa Bakur Akinci geriyabû û bona mizakereyê piştevaniya DYAyê îfade kiribû.