Walî Nûceyfî civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku DÎŞIyê bi serê xwe Mûsil nekir bin kontrola xwe û wiha got: "Hin komên piçûk û çekdar ên din jî piştgiriyê didin DÎŞIyê û hin rapor hene ku kordînasyon û hevkariya di navbera rejima Sûriye û DÎŞIyê didin nîşan."
Nûceyfî destnîşan kir bûyerên ku li Mûsilê diqewimin tê wateya rûxandina hikûmeta Serokwezîr Nûrî el-Malikî û wiha pê de çû: "Têkçûna dezgehên ewlekariyê bi xwe re franksiyonên nû derxistin ku li dijî siyaseta Serokwezîr Malîkî derdikevin."
Nûceyfî îdia kir ku peywirdarên leşkerî der barê ewlekariya Mûsilê de raporên şaş didin Malikî û xwest fermandarên ku berpirsiyarê operasyonên leşkerî ne bila di dadgeha leşkerî de bên darizan.
Nûceyfî bal kişand ji bo ewlekariya bajêr dê ji gel yekîneyên asayîşê ava bikin. Her wiha Nûceyfî hevdîtina bi DÎŞIyê re red kir.
Nûceyfî bi bîr xist ku bi hezaran kes mecbûr man ji Mûsilê koç bikin û got ku Tirkiye û Herêma Kurdistana Iraqê ji wan re got ku ji bo alîkariya mirovî amade ne.