ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç di Haberturk TVyê de li ser rojeva welêt axivî û fikrên xwe parve kirin.
Arinç ev çend roj in li Kizilcahamamê dimîne û li wir bersiv da pirsên me û got ku dê di 2-3 çiriya paşîn de dê li vir kampeke xebatê ya AK Partiyê çêbe.
Der barê vekişîna endamên rêxistinê, rola Ocalan ya di vê pêlê de pirs hatin pirsîn. Arinç jî got ku ev rêyek e derketiye pêşberê Tirkiyê. Heke bi saxî û selametî li ser vê pêlê re gav bê avêtin, Xwedê hez bike em ê ji gelek êş, derd û kulan xelas bibin.
Arinç piştî ku bi kurtî qala pêla çareseriyê kir da zanîn ku ev 8 meh in şer çênebûye û ev yeka jî dilê milet xweş dike.
Der barê rola Ocalan de Arinç got ku ev gotinên wî ji bo rêxistina wî ne, çimkî aliyên ku Ocalan bangî wan dike, ji yekê zehftir in. Ji ber wê jî divê her aliyê bi erênî bersivek bidayê. Me heya niha dît ku dibêjin erê. Piştre Arinç axaftina xwe wiha domand:
"Ocalan ji bo ku çek bên danîn û rêya siyasetê vebe hewleke mezin dide. Lê mixabin kadroya li Qendîlê hêj ev yeka bi temamî qebûl nekirine û li xwe danayînin. Li hin deran bi temamî venakişin, tu dibêjî qey me diceribînin. Lê tişta li ser milê hikûmetê ew e ku bi îstisxbaratê re tev bigere û li gor wê pêngavên xwe biavêje. Ji me tenê tiştek hatibû xwestin wek sala 1993an dema ku em vekişiyan li me nexin. Çimkî gotin ku wê çaxê nêzî 500 elemanên rêxistinê hatin kuştin. Lê Serokwezîrê me bixwe anî ziman ku dê bi tu awayî di vekişînê de zirarek negihêje wan, hema tenê bila bigirin çekên xwe û ji vir biçin bes e. Piştre me dît ku kêm û zêde, hêdî û zû bi awayekî ev pêl dimeşe."
Arinç got ku em wek endamên hikûmetê ji vê pêlê bawer in ku dê bigihêje encamekê û aramiyekê, lê belê rêxistin bi vî şiklî be, dê zûbizû xwe ji mantixa tund û çekdariyê xalî neke.
Arinç anî ziman ku hin ji parlamanterên BDPê gelek serwext û bi feraset tevdigerin lê hinek jî tu yê bêjî qey agir ji devê wan dipeke, diaxivin. Ji bilî wî dizanin ku Ocalan televîzyonê temaşe dike, xwe li ber çavên wî şirîn dikin û xwe xweş dikin.
"Bi wextekî sînorkirî em nikarin tevbigerin"
Hat pirsîn ku otorîteya Ocalanî zirarê nabîne? Digotin dê di hezîranê de biqede lê eva îlon hat ku vekişîn hêj jî ji sedî 20 e. Arinç jî got ku em nikarin li gorî wextekî sînorkirî tevbigerin.
Arinç got: "Dema ku me dest bi vê yekê kir, me tu wextî li gor wextekî sînorkirî hereket nekir. Lê me got di wextekî herî kin de em ê bi encam kin. Heke çiqas zû derkevin derveyî welêt û axa me biterikînin dê ew qas zû ev kar bi encam bibe."
Der barê efûyê de
Li ser pirsa "Ji aliyê BDPê ve her gav tê ziman ku divê Ocalan serbest be. Ma tiştekî wiha pêkan e?" Arinç jî got ev meseleyeke xeter e. Bilêvkirina vê yekê jî tiştekî ne rast e. Heke îradeyeke siyasî bibêje em ê vê yekê bikin divê di wê rojê de vê yekê bike. Nexwe ku bibêje em çêdikin, em ê bikin, dibe ku em bikin ev tê wê maneyê ku wê îradeyê îflas kiriye.
Hat pirsîn ev pakêta ku tê amadekirin dê çiqas kêrê demokrasiyê were? Arinç jî wiha bersivand:
"Dê me gelek pêş bixe. Em niha ne Tirkiyeke 5 sal ewil in. Di 'torbe qanûn"an de jî me gelek tişt çêkirin. Mesela ji salên 1990î vir ve gelek weqfên ku li ber girtinê bûn ji nû ve rabûn li ser xwe. Di nav van weqfan de Weqfa Millî Gençlîk û Weqfa Zehrayê jî hene. Bi şertê ku mal û milkên wan bên dewrkirin, ev bixwe bi serê xwe înqilabek e.
Di axaftina Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç de hin sernavên din jî ev bûn:
-"(Konferansa Kurdan) Ez teqez eşekere bikim. Em ne wek partî ne jî wek hikûmet dê beşdarî vê konferansê nebin.
-"Di nav kesên ku hatine vexwendin de hin rêxistinên îlegal jî hene û hin saziyên bi vî şiklî jî hene û ez ji encama vê konferansê zêde ne bawer im."
-"(Zîyareta CHPê ya li Îraqê) heke bibêjin 'Em çûn me tiştên pir xweşik kirin" bila kerem bikin, qet nesekinin û bi Esed re jî hevdîtinekê pêk bînin. Dê ji aliyê Esed ve jî gelek xweş bên pêşwazîkirin. Çimkî berê 6-7 parlamanterên xwe şandibûn û bi hev re wêneyên qerase kişandibûn."
-"Mûxabirê TRTê ew şev nehat berdan. Min piştî civîna lijenaya Wezîran gotibû ku dê ber bi êvarê bê berdan. Lê mixabin wek me derneket. Wezareta me ya Karên Derve meselê dişopîne. An piştî 15 rojan dê bê berdan an jî berî 15 rojan."
-"Heke berendameke sernixumî bê hilbijartin ew ê bikaribe bibe parlamanter jî"
-"(Mexdûrên 28ê Sibatê) Ev ne pêkan e ku li gor çalakiyên wan cizayên wan bê pîvan. Hem ji hêla qanûnan ve hem jî ji hêla mehkemeyên berê ve dê durustkirin pêk werin.