Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan bi nûnerên saziyên çapemeniyê yên Enqereyê re li Midûriyeta Gişkî ya TRTyê hat bal hev.
Akdogan pirsên rojnamevanan bersivand û operasyonên DYAyê û welatên hevpeymanên wê yên li dijî DÎŞIyê û polîtîkayên Tirkiyeyê nirxand.
Ji Akdogan pirsîn ku têkiliya Tirkiyeyê ya bi koalisyona ku li dijî DÎŞIyê hatiye avakirin re gelo ew ê çito be û Tirkiyeyê di operasyonên leşkerî de hebe yan na? Akdogan got ku di mijara DÎŞIyê de helwesta Tirkiyeyê eşkere ye û di Lijneya Wezîran de DÎŞI wek rêxistina terorê hatiye îlankirin.
Akdogan diyar kir ku pirsa 'hûnê bi leşker di nav de bin an na' gotineke zehf berfireh e û wiha axivî: "Guleavêtin û neavêtin tiştekî din e, bi leşker tevbûn tiştekî din e. Ji hêla leşkerî ve em dikarin îstixbarata dîtbarî an jî mirovî bidin, em dikarin alîkariya lojîstîk bidin. Em dikarin bi rê û dirbên din jî tevî operasyonên leşkerî bibin. Ez bi teorîk dibêjim. Çi ye, çiqas e, bi çi awayî bibe divê ev jî bên nirxandin û di encamê de biryar bê dayîn. Ez nikarim bibêjim Tirkiyeyê ev qasî tev be, ev qasî tev nebe."