EKÎP
04 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2017
ANKARA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu der barê çekên ku DYAyê dabû YPGê da got: "Niha operasyona Reqayê diqede. Ka emê bibînin ev çekên nimareya wan a ser hildabûn wê bikaribin paşve bistînin? Berê li Iraqê nikaribûn vê yekê bi cih bînin û Birêz Serokomarê me jî di hevdîtina dawîn da bi eşkere ji Trump ra behsa vê kir. Lazim e Amerîka bi tenê li ser mesrefa vê ya aborî nefikire."
Wezîr Çavuşoglu ji nûçegihana AAyê ra mijarên di rojevê da ne nirxand fikr û ramanên xwe parve kir.
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu encamên hilbijartina li Almanyayê bi bîr xist û got ku dijberiya li hemberî Tirkiyeyê ji bo rayhildanê bi kêr nehat û destnîşan kir ku Almanya divê êdî Tirkiyeyê ji xwe ra wek şirîkekî yeksan bihesibîne.
Çavuşoglu êrîşa terorî ya li Las Vegasê qewimî nirxand û ragihand ku li DYAyê ev êrîşa ewil nîne û ji ber vê jî divê Amerîka li hemberî bi hêsanî çeksitendinê tewdîrên girîng hilde.
Çavuşoglu bal kişand ser serdana xwe ya li DYAyê û der barê talûkeya antî-Amerîkayê da wiha got: "Du sedemên vê hene: YPG û FETO. Divê em vana çareser bikin. Wê operasyona Reqayê biqede. Em ê bibînin ka dikarin çekên nimroya wan girtine cardin kom bikin. Em çima li Sûriyeyê ne? Em dixwazin şer biqede û teror bisekine. Li wir çek dan YPGyê. YPG dixwaze welêt perçe bike. Dema şer dewam bike li herêmên din jî wê kaos derkeve."
Mevlut Çavuşoglu destnîşan kir sedema pirsgirêkên li Iraqê hene ew e DYA dema vedikişe rêvebiriyê dide destê kesên xelet û got heman xeta li Sûriyeyê jî tê kirin.
Çavuşoglu destnîşan kir DYA û dewletên din dibêjin em piştgiriyê didin parastina sînorên Sûriyeyê û heger ji dil bin jî di hewldanên xwe da berevajiyê vê dikin.