Nihat Kavşut
04 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2017
TEHRAN
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi balafira taybet ya bi navê "TUR" li gor saeta Tirkiyeyê di 11.20an da gihîşt Tehrana paytextê Îranê.
Serokomar Erdogan li balafirgehê ji hêla Mûhemmed Şerîetmedariyê Wezîrê Pîşesazî, Maden û Ticaretê yê Îranê, Riza Hakan Tekinê Balyozê Tirkiyeyê li Tehranê û rayedarên din va hat pêşwazîkirin.
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Berat Albayrak, Wezîrê Gumruk û Bazirganiyê Bulent Tufenkcî, Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, Wezîrê Çand û Turîzmê Numan Kurtumuş, Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Mehdî Eker digel Serokomar Erdogan gihîştin Îranê.
Di pêşwazîkirinê da Hulusî Akarê Sererkan yê berê hatibû Îranê jî amade bû.