ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Beşir Atalay daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir li Iraqê rewşeke tevlihev heye û got li Mûsil û bajarên din ên ketine destê DÎŞIyê gel mecbûr dimîne cî û warên xwe biterikîne.
Atalay destnîşan kir ku Tirkiye piştgiriyê dide tirkmenên li Iraqê û got bi gelemperî ne bi derfetên dewletê, bi alîkariya komele û rêxistinên civakî en sivîl piştgiriyê dide tirkmenan. Atalay diyar kir alîkariyên tên berhevkirin bi destê AFADê tên belakirin.
Atalay destnîşan kir gelek çadir ji tirkmenan re şandine û Tirkiye hewl dide li herêmê ji bo tirkmenan kampekê ava bike û wiha axivî: "Ji bo avakirina kampê biryar hat hildan. Lê cî lazim e. Pêşî li ser Sîncarê biryar hat hildan, lê DÎŞIyê Sîncar ji bi dest xist. Heta ji destê me were em ê li Bakurê Iraqê ava bikin û dê kapasîteya kampê ji bo 20 hezar kesan be. Ji bo kampa em dixwazin li Dihokê ava bikin, xebatên me didomin."
Atalay bal kişand ser geşedanên li Rojhilata Navîn û wiha peyivî: "Em li Rojhilata Navîn polîtîkayeke eşkere dimeşînin û bi hemû dewletên ereban û dewletên Îslamî re û bi gelemperî jî bi hemû dewletên Rojhilata Navîn re pêwendî û têkiliyên xurt datînin."