Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Berdevkê Partiyê Beşîr Atalay got: "HDP guherî, li hemberî pêvajoya çareseriyê wek berê tevnagere. Me di pêvajoyê de roleke girîng da HDP û Birêz Sirri Sureyya. Ew bi xwe jî li Enqerê dibêje 'dema pêvajoya çareseriyê kesên dora masê belav bûn.' Ev bêberpirsiyareke mezin e."
Atalay serê sibê bi nûnerên hin rojname û televîzyonan re hat bal hev. Atalay di civînê de pirsên derbarê rojevê de bersivandin.
Atalay, pirsên derbarê pêvajoya çareseriyê de bersivandin û got ku pêvajoyê wan da destpêkirin û ew ê birêvebibin û wiha dewam kir:"HDP guherî, li hemberî pêvajoya çareseriyê wek berê tevnagere. Me di pêvajoyê de roleke girîng da HDP û Birêz Sirri Sureyya. Ew bi xwe jî li Enqerê dibêje 'dema pêvajoya çareseriyê kesên dora masê belav bûn.' Ev bêberpirsiyareke mezin e... Ew him bi beyannama xwe him jî bi xebatên hilbijartinê nîşan didin ku dê dev ji şidetê bernedin. Ma çima me wan wek mixatab qebûl kir. Ji bo ku pirsgirêk bi rêya şidetê nayê çareserkirin, me got em bi rêyên siyasetê çareser bikin. Ya rast me HDPyê bi hêz kir lê HDP vê nabîne û tune hesab dike. Em dibînin ku HDP bi tu awayî dev ji rêyên şidetê bernade."
Atalay wiha dewam kir: "Em ê ji bo birêvebirina pêvajoya çareseriyê ji nû ve diyalogan bikin, ji bo pêvajoyê çi hewce bike em ê bi cih bînin."
-Nîqaşên li ser benda hilbijartinê
Atalay li ser pirsa "Gelo dê HDP bendê derbas bike an na?" wiha axivî: "Ev hilbijartinek e. Berê jî hin partî bi 9.8an di bin barajê de man."
Atalay li ser pirsa derheqê encamên hilbijartinê de jî wiha got: "Niha her tişt baş e. Xuya dike ku em ê bi tena serê xwe û bi hêsanî bibin desthilatdar. Li bal me nîqaşên wek ku ew bendê derbas bike dê çi bibe, nayên kirin. Dixwazî bila derbas bikin dixwazî derbas nekin."
Atalay li ser pirsa der heqê pêşeroja xwe de wiha got: "Niha planekî min tune. Heta ji destê min tê alîkarî didim AK Partiyê."
Atlay got ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan digel Serokwezîr Ahmet Davutoglu dê di 22ê gulanê de Balafirgeha Ordû-Gîresûn û di 26ê gulanê de jî Başlafirgeha Hekariyê vekin.