ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay bi Wezîrê Pêşketinê Cevdet Yilmaz û Serokê AFADê Fûat Oktay re ji bo ku xebatên vekirina rêyan qontrol bikin çû Mêrdînê. Atalay beriya ku bi balafira taybet derkeve rê li Balafirgeha Esenbogayê bersiva pirsên rojnamevanan da.
Atalay diyar kir ku li rêya Cizîr û Nisêybînê jî hezarî jor wesayît asê mane û got ku em bi koordînasyona hemu saziyan ji bo ku xwe bigihînîn wir û arîkariya wan bikin, xebatên xwe didomînin.
Atalay da zanîn ku hin tir bê tevdir derdikevin rê û ji ber binpêkirina rêzikan rê dixitime û got ku wesayîtên ku ji her du aliyan tên dibe sedem ku rê bê girtin.
Atalay got ku hem tîmên rêbejan hem jî tîmên leşkerî yên li herêmê hewl didin ku arîkariyê bikin û ji bo ku xurek û betaniyan bigihînin herêmê firoke jî amade ne. Lê ji ber ku firokeyên leşkerî û sivîl nikarin bifirin, nikarin ji hewayê arîkarîyê bişînin.
Atalay da zanîn ku xebat bi hemû leza xwe berdewam dikin û got ku texmîna me ew e înşaalah dê heta êvarê çareserî bê dîtin û rê bê vekirin.
Atalay li ser pirseke der barê bergiriyên ji bo penaberên sûriyî yên ku di kampan de dimînin jî axivî û diyar kir ku li Tirkiyeyê ji ber şert û mercên zivistanê li kampan tu pirsgirêk tune ne.