Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu li Şirnexê li Qada Komarê di mitînga partiya xwe da axivî û wiha got: "Werin em li vî welatî dawî li tundî û zimanê nefretê bînin. Lê divê her kes di vê mijarê da ji dil be."
Serokwezîr Davutoglu di axaftina xwe da bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û wiha got: "Heger bi pêvajoya çareseriyê aştî çêbe, Şirnex û Hekarî wê bibin deriyê dewlemendiyê ku li Rojhilata Navîn vedibin."
Serokwezîr Davutoglu destnîşan kir ku Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş li rojhilat û başûrê rojhilatê êrîşên li dijî AK Partiyê şermezar nekir û wiha xeberda: "Ez ji vir bang dikim. Werin em li vî welatî dawî li tundî û zimanê nefretê bînin. Lê divê her kes di vê mijarê da ji dil be."
Serokwezîr Davutoglu di xeberdana xwe da destnîşan kir ku armanca me ew e ku pêvajoya çareseriyê bigihêje encamê û wiha got: "Ez soz didim we, wê AK Partî ji 81 bajarî parlementer derxe. Piştî vê hilbijartinê armanca me ya sereke ew e ku çi dibe bira bibe, pêvajoya çareseriyê bi ser keve. Lê di pêvajoya çareseriyê da mixatabê me welatiyên me ne, miletê me ye."
- "Doza me doza mirovahiyê ye"
Serokwezîr Davutoglu diyar kir ku Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu digot "Ez ê kurdên ku ji Kobanê û Sûriyeyê hatine, paşva bişînim cem Esed û DÎŞIyê" û wiha dewam kir: "Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş li dijî vê bê bersiv ma. Niha ez dibêjim. Li ser navê mirovahiyê û keştiya Hezretî Nûh, kurdên ku xwe sipartine me, em ê neşînin."
Serokwezîr Davutoglu destnîşan kir ku tim li penaberan û yên ku xwe dispêrin Tirkiyeyê xwedî derdikevin û wiha xeberda: "Em kurd, tirkmen û erebên ku xwe dispêrin me naşînin tu derekê. Lewra dersa me dersa mirovahiyê ye, doza me doza mirovahiyê ye."