14 Sibat 2017•Rojanekirin: 14 Sibat 2017
TBMM
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu got: "Ez ji hemû welatiyan tiştekî dixwazim. Referandûma 16ê nîsanê hilbijartina partiyekê nîne, hilbijartina demokrasiyê ye. Em ê li cem demokrasiyê yan li cem rêvebiriya otorîter cî bigirin? Loma ez ji hemû welatiyan rica dikim, dema hûn çûn ser sindoqê bifikirin."
Kiliçdaroglu di komcivîna partiya xwe ya li meclisê de axivî û der barê rojevê de nirxandin kirin.
Li ser nîqaşên referandûmê û çûyîna Dadgeha Destûra Bingehîn Kiliçdaroglu wiha axivî: "Heta 16ê nîsanê ku wê di sindoqê da biryar bê dayîn, em ê 60 rojên li pêşiya me emanetî hekemtiya gel bikin. Heger mesele desthilatdariya gel be, di vê mijarê da Dîwana Bilind a rastîn dîwana gel e. Loma jî em ê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn nexin."