06 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2018
ANKARA
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan: "Ji ber jimara parlamenteran û rewşa ku welêt di nav da ye em ê Îtifaqa Cumhur li Meclisê jî berdewam bikin."
Erdogan li navenda giştî ya partiya xwe di civîna serokên bajêr da axivî.
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku beşdariya di hilbijartinê da ji sedî 86,24 bi rêjeyeke gelek zêde çêbû û wiha got: "Ez ji vir li ser nav û gelê xwe sipasiya 50 milyon û 68 hezar û 627 welatiyên xwe dikim ku di hilbijartina serokomariyê da ray avêtin."
Erdogan di xeberdana xwe da CHPyê rexne kir û wiha axivî: "CHPyê ji bona ku partiya di bin emrê rêxistina terorê ya cudakar da ye ji bendê derbas bike ji hin hilbijêrên xwe xwest ku rayê bidin wê partiyê."
Serokomar Erdogan diyar kir ku bangî CHPyiyên ku hezkiriyê welat, gel, komar û dewleta xwe ne dikin ku ji ber vê şermê ji rêvebiriya partiya xwe hesab bipirsin û wiha dewam kir: "Partiya Tirkiyeyê ya herî kevn kirine pêlîstoka çend kesên li Rojava û rêveberên rêxistinên terorê, hem milet hem jî tarîx dê hesabê vê bipirsin."
Erdogan destnîşan kir heger CHP di nav xwe da hesab nepirse têkiliya di navbera rêxistina cudakar û partiya mixalefeta sereke da wê veguhere têkiliyeke bingehîn.
Serokomar Erdogan diyar kir ku ji ber jimara parlamenteran û rewşa welêt wê Îtifaqa Cumhur li Meclisê jî berdewam bikin.
Erdogan diyar kir ku roja duşemê wê sond bixwin û Biryarnameya 1emîn a Serokomariyê biweşînin û got bi vê ra em ê wezaretên nû damezirînin û kabîneya xwe ragihînin.
Serokomar Erdogan li ser Sîstema Hikûmeta Serokomariyê wiha peyivî: "Di plana pêşîn da wezîr, cîgirên wezîran, serokên saziyên nû û heta midûran heta dereceyekê diyar bûn. Em ê rêxistinên ku karên nêzîkî hev dikin bigihînin hev û yên neçalak mane bigirin. Em xebata dewletê bilez û çalak dikin."
Erdogan destnîşan kir ku dema encamên hilbijartinê binirxînin wê ferqa di navbera hilbijartina serokomarî û parlamenteriyê da baş analîz bikin û wiha dewam kir: "Encamên ku AK Partiyê di 2007, 2011 û Mijdara 2015an da, di referandumên 2007, 2010 û 2017an da bi dest xistine li holê ne. Di muqabilî vê da me di Hezîrana 2015an û vê hilbijartina dawîn da jî encamên ku divê em bi dirêjî li ser bisekinin bi dest xistin. Em ne partiyeke wisa ne ku bi yekemînbûnê têr bibin."
Serokomar Erdogan bal kişand ser îtifaqa partiyên mixalefetê û wiha got: "Berevajî wanê nekarîn îtifaqa xwe bidomînin em ê bi baweriya ku ji bona dewlet û gelê me bibe sedema xizmetên xêrê em ê xwedî li vê îtifaqê derkevin."
Erdogan diyar kir ku li pêşiya wan hilbijartinên herêmî hene û got em ê heta hilbijartinê encamên 24ê Hezîranê binirxînin û gavên hewce dikin biavêjin.
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku heta Adara 2019an navê şaredartiyê wekî "seferberiya şaredartiya qelbî" datîne.
Erdogan diyar kir ku eger nikaribin bikevin dilê welatiyan û pozbilindiyê bikin, bila kes li qisûrê nenêre ev milet ne zarokên ber şeqaman in û wiha got: "Dê carekê deng bide, du caran deng bide piştra dayne aliyekî. Jixwe xweşiya demokrasiyê jî ev e."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku bawer dike ji xeynî şaredariyên heyî wê şaredariyên din jî tevlî sefên partiya xwe bikin.
Erdogan diyar kir ku ji ber nefsbiçûkiya xwe mezin dibin û got ji ber ku nefsbiçûkiya me ji dest çû bi eşkereyî rayên me ketin.
Serokomar Erdogan diyar kir ku bi kongreya wan dê rêxistinbûneke nû çêbibe û wiha got: "Em ê hem di Lijneya Navendî hem jî di Rêveberiya Navendî da guherînekê bikin. Piştî wê meşeke dirêj dest pê dike. Em ê hilbijartinên mehelî bidin destpêkirin. Em ê di vê meşê da li qabiliyet û jêhatîbûnê binêrin û wisa gavan biavêjin."
Erdogan diyar kir ku îro ji duh bihêztir in û got lê divê em vê hêza xwe li ser nefsbiçûkiyê mezin bikin.
Serokomar Erdogan bal kişand ser avakirina kabîneya nû û got em niha bi wezîrên ku ne ji partiyê ne kabîneyekê ava dikin.