İSTANBUL
Erdogan bi çepikên milet kete nava parkê û bi dirûşmên "Her li ser xwe be, ev milet bi te re ye" hate pêşwazîkirin û piştre bi welatiyan re axivî.
Erdogan lîstok li zarokan da belavkirin û li ser daweta malbatekê li ser maseya wan rûnişt û bi wan re çerez xwar û çay vexwar.
Li vir jî qasê saetekê rûnişt û guh da derdên welatiyan.
Piştî ku dê ji parkê veqetiya, bersiv da pirsên rojnamegeran û got:
"Li gelek cihên Stenbolê parkên xweşik hene. Ev jî yek ji wan e. Ez jî hatim û li vir bi welatiyan re hemhal bûm. Xweziya me ew e ku hemû parkên li Tikiyê wiha rengîn bin. Li vir îkram heye, tewazû heye, cînartî heye. Her kesî sifreya xwe fitarê aniye li vir û rojiya xwe vedikin. Sohbetê dikin di nav şahiyê de ne. Em dixwazin ku li her derê wiha be."