ANKARA
Serokomar Abdullah Gul bi Qralê Urdûnê Abdullahê 2yemîn û Serokê Filîstînê Mahmud Abbas re bi telefonê axivî.
Li gor agahiyên berpirsiyarên Serokomariyê Qral Abdullah û Serokê Filîstînê Mahmud Abbas telefonê Serokomar Gul kirin.
Piştî ku artêşa Misrê dest da li ser birêvebiriyê, Qralê Urdûnê Abdullahê 2yemîn bû yekem serokê dewletekê ku çû ziyareta Misrê. Qral Abdullah û Gul di axaftina xwe de li ser mijarên Qahîreyê û pêvajoya aşitiyê ya li Rojhilata Navîn sekinîn.