İSTANBUL
Serokwezîr Recep Tayîp Erdogan beşdarê fitara Komela Mezûnên Îmam Xetîbê ya li Sepetçiler Kasrı bû.
Erdogan piştî xwarinê axivî û got ku me vê remezanê carek din bi xemgînî derbas kir. Her wiha zilm û feqîriya ku misilmanên Somaliyê, Myanmarê, Îraqê, Afxanistanê, Filîstinê tê de ne anî ziman û wiha pê de çû:
"Li Misrê jî birayên me li hember zilmê li ber xwe didin. Ez ê li vir ji we re qala tiştên neyînî nekim û dîmenên xwîn û girînê nedim nîşanê we. Ev êş û kedera ku li alema îslamê tê jiyîn, dê rojekê hemû biqede, hûn bawer bin dê rojekê teqez aramî were."
Zilm dê heya heyayê tunebe
Erdogan anî ziman ku zilm dê heya heyayê nemîne û rojekê biqede û wiha pê de çû:
"Ew kesê ku sebir bike, têkoşe, bawer bike ku Xwedê her gav pê re ye dê rojekê bigihêje felatê. Ji ber wê yekê em ê ne li hember bûyerên li alema îslamê ne jî li hember yên li welatê me bê hêvî nebin."
Rojên reş û tarî qediyan
Erdogan dûpat kir ku rojên reş û tarî qediyane û wiha pê de çû:
"Bi saya birayên me yên pir hêja, bi sebra wan a mezin xwendingehên Îmam Xetîbê îroj derketiye asteke pir bilind. Baldar bin ev mirov derneketine kuçeyan, îsyan nekirin, şûr û mertalan, molotof û keviran negirtin destên xwe. Çek negirtin destên xwe, derneketin serê çiyê jî. Nemeşrûbûnê neanîn hişê xwe jî. Li hember her zilmî û çavtirsandinê sebir kirin."
Îmam Xetîb ne tenê xwendingehek bûn
Erdogan diyar kir ku Îmam Xetîb ne tenê xwendingehek bûn û got: "Îmam Xetîp tenê xwendingeh nebûn, ji bo vî welatî rêber bûn, asoya xeyalên vî welatî geş kirin û ya herî girîng jî li nirxên xwe xwedî derketin û nifşeke wisa çêkirin. Heke roja ku ew zilm û zordarî çêdibû birayên me yên hêja ku bêhnteng bûna û bê hêvî bûna belkî em ê îro li vir nebûna û me yê ji hev re derdê xwe venegota."
Em ê ne ji kesên gilîkar bin
Erdogan got ku barê li ser milê me ew e ku em ji bin vî deynî derkevin û em jî bi sebr û metanetê tevbigerin û wek ku çawa birayên me nifşekî bi vî şiklî çêkirin, divê em jî van nirxan bigihînin nifşeke din û wiha pê de çû:
"Em ê ne ji kesên gilîkar bin. Em ê li rewşa alema îslamê binêrin û bê hêvî nebin. Em ê qet nebe ji bo ku tarî derkeve ronahiyê findekê bigirin destê xwe û ber bi tariyê bimeşin. Hûn bawer bin, bawerî, sebr û tehamûl dê ji bo serkeftinê têr bike. Dê armancên me yên gelek mezin hebin lê meseleyên biçûk jî ji ber ku biçûk in, em ê dev jê bernedin."
Ev helwesta me dê fersendê nede çapûlciyan
Erdogan bi bîr xist ku divê hin rastî bên dîtin û got: " A herî giring hûn dibînin bi taybetî meha gulanê jî tê de ev sala 2013an bi derketina van bûyeran heqet jî balkêş bûn lê ev bûyer ne ji bûyerên rêzê bûn. Ev ne tenê ji hundir in jî. Ev bi hevkariyeke derve û hundir bû ku dixwestin bila Tirkiyeke mezin çênebe. Li hember vê pêngava wan ev helwesta me ya berz dê tu carî fersendê nede çapûlciyan."
Erdogan got ku divê heqê tewe û qûşxaneciyan jî bê dayîn û wiha dûpat kir: "Ev tevger li gor qanûnê sûc e. Wextê ku sûc e hûn çima heqê xwe naparêzin. Li apartmana we kesên ku serê tewe û qûşxaneyan li hev dixin hebin, derhal wan bişîne dozê. Bi salan em di nav dozê de bûn bila piçek jî ew tê de bin. Hûn dibînin ku erebeyan didin sekinandin, li xanimên sergirtî dixin û wan di erdê re dixişikînin. Ev yekana bûn ne wisa? Belê. Hê jî dibin ne wisa? Belê. Wê çaxê hûn çi sekinîne biçin bi dozvekirinê heqê xwe bigerin. Heta hûn me jî ji vê yekê xeberdar bikin. Em ê jî heqê mexdûr û mazlûman biparêzin. Em ê vê têkoşînê bi hev re bikin. Heke yên mafdar li mafê xwe negerin dê her gav winda bikin."
Xanima Serokwezîr Erdogan Emîne Erdogan, kurê wî Bîlal Erdogan, Wezîrê Perwerdeyê Nabî Avci, Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Nûman Kûrtûlmûş jî beşdarê fitarê bûbûn.