Wezîrê Darayiyê Nacî Agbal der barê îskontoya ku kirin da got: "Ev îskontoyên me kirin wê firotina welatiyên me zêde bike û bazirganiyê pêşve bibe."
03 Sibat 2017•Rojanekirin: 04 Sibat 2017
Ankara
ANKARA
Wezîrê Darayiyê Nacî Agbal bû mêvanê Maseya Edîtoran a Ajansa Anadoluyê (AA) û pirsên der barê rojevê da bersivand û rojev nirxand.
Wezîr Agbal der barê maliyeta referandûma guherandina qanûna bingehîn û sîstema Serokomariyê da got, "YSK xebatên referandûmê didomîne. Li gor xebatên ewil ên maliyetê yên ku hevalên me kirin, ji bo referandûmê kêm zêde 190 milyon lire pereyê ji budçeya rêveberiya navendî bê xerckirin. Pirsgirêkek tune, amadehiyên der barê referandûmê da dewam dikin."
Agbal destnîşan kir ku guherandina sîstemê ew ê hêza demokrasiyê zêde bike û wiha pê da çû:
"Piştî referandûmê di sîstema ku tê avakirin da ji bo siberojê pêkanînên eşkere hene. Hetanî sala 2019an hilbijartinê tune. Piştî referandûmê li pêşiya hikûmetê rojeva herî girîng zêdekirina reformên aboriyê ne. Înşaellah referandûmê di nîsanê da bê kirin û di encama wê da bi guherînên ku bên kirin va aboriyê ji nika zêdetir hêzdar be. Hêviyên li derva û nav welêt ew ê ji nika zêdetir hêzdar bin. Ez bawer dikim ku bi taybetî di veberhênanê da pêşketineke baş çêbe."
- "Maliyeta serastkirinên KDV û OTVyê ew ê bigihêje milyarek lireyî".
Wezîrê Darayiyê Nacî Agbal diyar kir ku daxistina bacê (Daxistina KDV û OTVyê) ew ê di dahatê da bibe sedema kêmbûnê û got: "Li gor hesabê me, serastkirinên ku me di KDV û OTVyê da kirin ew ê qasî milyarek lireyî bibe sedema kêmbûna dahata budçeyê."
- "Bazirganiyê pêşda here"
Wezîrê Darayiyê Agbalê der barê îskontoya ku kirin da got: "Ev îskontoyên me kir wê firotina welatiyên me zêde bike û bazirganiyê pêşve bibe."
- Dema dirêjkirina erzaniya KDVya xaniyan tê dirêjkirin
Agbal li ser erzaniya bacê got, "Ji îlona sala par hetanî dawiya adara îsal di avahiyên ku bê teslîmkirin da erzaniya KDVyê hebû. Me KDV ji sedî 18an daxistibû ji sedî 8an. Em vê demê ji dawiya adarê hetanî dawiya îlonê dirêj dikin."
- "Pîlana zêdekirina bacê tune"
Wezîr Agbal der barê zêdekirina bacê da wiha got: "Di 2017an da planeke me ya ji bo zêdekirina bacê tuneye."
Agbal reqemên enflasyona meha rêbendanê nirxand û wiha axivî: Di heyama pêşiya me da hem biryarên ku komîteya xurekê bide hem pêkanînên ku Bankeya Navendî bike hem jî polîtîkayên darayiyê ew ê enflasyona wedeya demnavîn berjêr daxe."
- "Em ê bi piştevaniyê va îstixdamê zêde bikin û teşwîqeke mezin bidin"
Wezîrê Darayiyê Nacî Agbal: "Ji bo zêdekirina îxracatê em ê teşwîq û arîkariyê bikin. Di serî da bernameya hêza kar û meseleya îstixdamê em wek hikûmet teşwîqeke mezin bikin. Di hedefema ya OVByê de niha tu guherîn nîne."
- "MASAKê der heqê 93 hezar 717 kesan da lêpirsin da destpêkirin"
Agbal wiha pê da çû:
"Heta niha 3 hezar dosyeyên ku têkiliya wan bi rêxistinên terorê re hene me vekirin. Di vê çarçoveyê de MASAKê der heqê 93 hezar 717 kesan da lêpirsin da destpêkirin. Li ser daxwaza dozgeriyê bi taybetî yên ku endamên FETOyê ne, der heqê 89 hezar 689 kesan da lêkolînên darayî niha tên kirin. Dîsa ji aliyê MASAKê va der heqê 59 hezar kesan da analîzên darayî hatine kirin û raporên wan hatine şandin."