Muhammet Kurşun
19 Adar 2017•Rojanekirin: 19 Adar 2017
ANKARA
Wezareta Derveyî, der barê rêdana alîgirên rêxistina terorî PKKyê ku li Frankfûrtê mitîngê bikin ragihand ku, "Destûr tê dayîn ku rêxistina terorî der barê referandûma ku dê li welatê me bibe xwepêşandanê bike û dirûşman berz bike. Lê belê rê nayê dayîn ku parlamenterên Tirkiyê bi civaka xwe re bicivin. Li hemberî vê hemû cure astengî tên derxistin. Ev yek nimûneya herî xeter a cotstandardiyê ye."
Cotstandardî li Almanyayê
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Derveyî de hat destnîşankirin ku rêdana xwepêşandana rêxistina terorî PKKyê li Frankfûrtê, bilindkirina sembolên rêxistinê, serekên wê û berzkirina dirûşman hadîseyeke cihê îbretê ye.
Di daxuyaniyê de van îfadeyan cih girt:
"Almanya çavên xwe ji rêxistineke ku wek terorîst dibîne û îlan kiriye re digire. Dengê xwe ji sembol, ala û dirûşmên wan re dernaxe. Ev yek heta bêjî bes cihê fikaran e. Destûr tê dayîn ku rêxistina terorî der barê referandûma ku dê li welatê me bibe xwepêşandanê bike û dirûşman berz bike. Lê belê rê nayê dayîn ku parlamenterên Tirkiyê bi civaka xwe re bicivin. Li hemberî vê hemû cure astengî tên derxistin. Ev yek nimûneya herî xeter a cotstandardiyê ye. Em vê helwesta dûrî semîmiyetê şermezar dikin. Ev aciziya me ji bo Balyozxaneya Almanyayê li Enqereyê jî hatiye ragihandin."