VAN
Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu: "Hin kes dixwazin teror û tundiyê derxin pêş û dixwazin li vir tirk û kurdan, ereb û kurdan berî hev bidin. Em dibêjin ku êdî ji vir û pê de tu kes ê nikaribe kurd û tirkan berî hev bide."
Davutoglu li Wanê beşdarî "Civîna 3yemîn a Wezîrên Karên Derve yên Azerbaycan-Îran û Tirkiyeyê" bû. Piştî pêwendiyan Davutoglu beşdarî bernameya Şaxa Ciwanan a AK Partiyê ya Wanê bû.
Davutoglu li vir axivî û destnîşan kir ku di nav salekê de pêrgî komployan hatine û her kes jî vê ji nêz ve dişopîne. Davutoglu got ku heke em armanca kesên ku van komployan dikin fehm nekin, em nikarin wateya hilbijartinan jî fehm bikin û wiha dewam kir: "Dixwazin zirarê bidin pêvajoya çareseriyê û zirarê bidin hikûmeta me. Lê çawa bikin jî dê nikarim li ser vê axê fitne û ficûrê belav bikin, carekê tovê biratiyê li ser vê axê hatiye belavkirin. Dê her kes bibe yek. Pêvajoya çareseriyê nîşaneya vê biryarê ye."
Davutoglu di axaftina xwe de diyar kir ku li ser vê axê pêkanîna aştiyê zirarê nade kesî, her kes piştgiriyê dide pêvajoyê û wiha got: "15 roj berê li Silêmaniyeyê beşdarî civînekê bûm û min got 'roj baş' û silav da mirovan û bi kurdî axivîm."
Davutoglu axaftina xwe wiha domand: "Hemû ziman nîmetên Xwedê ne. Tenê bila ev ziman nebin zimanên nefret û sloganan, bila bibin zimanên mihebbetê. Bila bibin zimanê Yûnus Emre, Bedîuzzeman û Îdrisê Bedlîsî."
Davutoglu di axaftina de li ser hevdîtina xwe ya ku dê bi Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Barzanî re bike jî sekinî û wiha got: "Di vê serdanê de peyama herî girîng ev e: Hin kes dixwazin di navbera Tirkiye û Iraqê de, di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de dîwaran ava bikin. "Hin kes dixwazin teror û tundiyê derxin pêş û dixwazin li vir tirk û kurdan, ereb û kurdan berî hev bidin. Em dibêjin ku êdî ji vir û pê de dê kes nikaribe kurd û tirkan berî hev bide."