Muhammet Kurşun
12 Hezîran 2017•Rojanekirin: 13 Hezîran 2017
ÎZMÎR
Erdheja bi lerza 6,2yê ya ku li Behra Egeyê çêbû, di serî de Îzmîr û Stenbol li gelek bajaran hat hestpêkirin.

Li Gorî tesbîta Daîreya Erdhejan ya Serokayetiya Rêveberiya Rewşa Awarte û Karesatê ya girêdayî Serokayetiya Wezîran (AFAD)ê seat 15.28an baregeha sereke li Karaburuna navçeya Îzmîrê, erdhejeke bi lerza 6,2 di 22,9 kîlometro kûrahiyê de çêbû. Erdhej li bajarên weke Izmîr, Stenbol, Bursa, Balikesîr, Çanakkale, Eskîşehîr, Kutahya, Yalova, Edirne, Kirklarelî, Tekirdag, Manîsa, Aydin hat hestpêkirin.

Piştî erhejê welatî hinekî behetîn û kurtedemekê xetên telefon ewiqîn.

Waliyê Îzmîrê Erol Ayyildiz ji nûçegihanê AAyê re ragihand, "Heta nuha rewşeke neyênî ku em biçin cihê bûyerê tuneye, tişt bi tu kesî nehatiye û zirara maddî çênebûye."