15 Adar 2018•Rojanekirin: 15 Adar 2018
ANKARA
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin li TRT Haberê der barê rojevê da axivî.
Kalin ji bona Operasyona Çiqlê Zeytûnê wiha peyivî: "Dixwazin Efrînê bikin Qendîleke nû. Bi Operasyona Çiqlê Zeytûnê ev hat berterefkirin."
Berdevkê Serokomariyê Kalin diyar kir operasyon dewam dike û wiha got: "Ji bona terorîstan her der teng bûye. Em pêşbînî dikin ku di demeke kurt da navenda Efrînê jî wê bi temamî ji terorîstan bê paqijkirin."
Kalin destnîşan kir li ji sedî 70ê Efrînê ewlehî pêk hatiye û wiha got: "Niha li erdnîgariyeke ji sedî 70ê zêdetir ewlehî pêk hatiye."
Berdevkê Serokomariyê Kalin ji bona guherîna di Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê da wiha axivî: "Ji ber ku Pompeo hatiye ciyê Tillerson em dev ji mijarên ku me li serê li hev kiriye bernadin."