Tê îdiakirin ku perçeyên hestiyan yên ku par li Qosera (Kiziltepe) navçeya Mêrdînê hat dîtin yên Abdurrahman Olcay in ku di 1995an de li navçeya Dargeçîtê hatibû binçavkirin û winda bûbû.
Serokê Şaxa Mêrdînê ya Komeleya Mafên Mirovan Erdal Kuzu bi xizmên mexdûr re civîna çapemeniyê çêkir û bi bîr xist ku par li gundê Aysuna Qoserê hestiyên sê kesan hatin dîtin û got ku di encama lêkolîna DNAyê de hat dîtin ku hin hestî yên Abdurrahman Olcay in ku di 1995an de li navçeya Dargeçîtê hatibû binçavkirin û winda bûbû.
Kuzu destnîşan kir ku divê li Meclisê Komîsyona Lêkolînkirina Heqîqetan were avakirin.
Mehmet Alî Olcayê bavê Abdurrahman Olcay jî wiha got: "Zarokên me tevî hev binçavkirin û kuştin. Sedema vê jî ji me re nehat gotin. Em ê li pey doza xwe bin."