26 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2015
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî qebûl kir.
Hevdîtin li Koşka Mabeynê ya Qesra Yildizê hat kirin û çapemeniyê nekarî hevdîtinê bişopîne û hevdîtinê bi qasî saet û nîvekê berdewam kir. Di qebûlê da li ser têkiliyên di navbera wan da, têkoşîna dijî terorê û meseleyên li herêmê axivîn û mijarên tevkariyên bazirganî û vejenê nirxandin.