26 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2015
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî qebûl kir û di qebûlê da li ser têkiliyên di navbera wan da, têkoşîna dijî terorê û meseleyên li herêmê axivîn.
Li gor agahiyên ku çavkaniyên Serokomariyê hatin sitandin, Erdogan û Barzanî li Qesra Mabeynê ya Yildizê hatin bal hev.
Di qebûlê da li ser têkiliyên di navbera wan da, têkoşîna dijî terorê û meseleyên li herêmê axivîn û mijarên tevkariyên bazirganî û vejenê nirxandin.