04 Mijdar 2015•Rojanekirin: 04 Mijdar 2015
HEWLÊR
Wezîrê Karên Derva Ferîdûn Sînîrlîoglu bi Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî ra hat bal hev.
Hevdîtin li Hewlêrê Xaniyê Fermî yê Serokwezîriyê û bêyî çapemeniyê hat kirin û der barê hevdîtinê da li ser malpera Hikûmeta herêma Kurdistanê daxuyanî hat weşandin. Li gor daxuyaniyê Sînîrlîoglu û Barzanî li ser geşedanên herêmê û têkiliyên her du welatan sekinîn.
Di daxuyaniyê da cih dan gotinên Sînîrlîoglu ku wiha axiviye: "Divê têkiliyên navbera Tirkiye û herêma Kurdistanê ji her alî va xurt bibin. Bi taybetî jî li herêmê ji bo qelandina koka terorê tevkarî girîng e. Tirkiye herêma Kurdistanê wek faktora îstiqrarê dibîne. Ji ber vê yekê tevkarî û xebata navbera her du aliyan pir girîng e û bi giştî jî ji bo herêma me mifadar e."
Nêçîrvan Barzanî jî ji bo ku hilbijartina 1ê sermawezê serkeftî derbas bû, gelê Tirkiyeyê pîroz kir. Barzanî daxwaz kir ku hikûmeta nû di demeke kurt da ava bibe û têkiliyên navbera Tirkiye û herêma Kurdistanê xurtir bibe. Barzanî li ser qeyrana aborî û siyasî ya li herêma Kurdistanê jî sekinî û got ku ew hewl didin pirsgirêk bi diyalog û mizakereyê çareser bibe.
Sînîrlîoglu wê di çarçoveya bernameya xwe ya Hewlêrê da bi Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û rayedarên din ra hevdîtinê bike.