Ji herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê 120 rîspî ji bo ku atmosfera aramiyê bê pêkanîn xwest ku mensûbên PKKa rêxistina terorê welêt biterikînin.
Rîspiyên ku di nav wan de nûnerên hin saziyên sivîl ên civakî yên li Mêrdîn, Diyarbekir, Şirnex, Batman, Bidlîs, Wan, Bingol, Hekarî, Gazîentab, Şanliûrfa, Mûş û Sêrtê hebûn, daxuyaniya hevpar a çapemeniyê dan.
Alîhan Babat li ser navê komê xeber da û diyar kir ku bi wesîleya Roja Aştiyê ya Dinyayê ya 1ê Îlonê ji bo ku bangeke dîrokî bidin kom bûn. Babat got ku ji ber pevçûnên ku li herêmê diqewimin hêstirên dayikan dibarin û ev yek jî agir bi dilê mirov dixe.
Babat da zanîn ku tecrubeyên ku di rabirdûyê de qewimîn dehan caran nîşan dan ku bi çek û şîdetê nagihêjin tu derê, xwînrijandin tu pirsgirêkan çareser nake . Babat destnîşan kir ku pêvajoya çareseriyê hêviyên wekî dê beriya kuştinan bê girtin û aştî bê pêkanîn zêde kir.
-Ji bo ku atmosfera demokratîk ji holê rabe tu hincet tunin"
Alîhan Babat da zanîn armanca pêvajoya çareseriyê ew bû ku çek bên danîn, ji bo ku pirsgirêk di qada siyasî de bên çareserkirin atmosfera civakeke şareza bê avakirin û wiha axivî:
"Di vê pêvajoyê de çek bêdeng bûn û tu kes nemir, ev destbiketiya me ya herî mezin bû. Li herêmê jiyan normalîze bû, mirovên me bi ewledartir li dahatûyê nêrîn. Heta beriya çend meh niha em hemû ji vê atmosferê gelekî memnûn bûn, ji bo ku atmosfera demokratîk ji holê rabe tu hincet tunin. Tecrûbeya me ya 30 salî ya ku me dît nîşanê me hemûyan da ku maweya çekan temam bûye, ji bilî xwîn û êşê tu tişteke din bi çekan nayê bidestxistin."
-"Ji bo jinûve çekberdanê tu şîroveyên maqûl tunin"
Babat destnîşan kir ku atmosfera teror û pevçûnê ya di nav meh û nîvê de hêviya mirovan şikand, zirarê da hêviya wan a aştî û demokrasiyê. Babat daxuyand ku tabloya ku piştî hilbijartinên 7ê hezîranê derket wekî piştgiriya ku gelê herêmê dide siyasetê dinirxînin.
Babat got ku "7ê hezîranê beriya siyaseta Tirkiyeyê vekiriye. Li welatê me mimkûn e ku her cure daxwazên meşrû yên şexsî û civakî li ser bingeha siyasî bi awayekî demokratîk bînin ziman û bên parastin." û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Tu şîroveyên maqul tunin ku piştî hilbijartinên 7ê hezîranê çek ji nû ve bikevin dewrê. Ji bo ku dawî li şerê birayan bê û aştî ji nû ve bê pêkanîn, em dixwazin ku mensûbên rêxistina çekdar dawî li şîdetê bînin û bi lez û bez welatê me biterikînin. Em wisa difikirin ku di çareserkirina pirsgirêkên me yên berdest de çek rêbazek nîne, ji bilî siyasetê tu destbiketî bi çek û şîdetê nayên bidestxistin. Em bang dikin ku demildest ji vê rêya ji aqilan dûr vegerin, dev ji midaxleya çekdarî berdin, bihêlin ku siyaseta meşrû ya demokratîk bibe serdest."
-"Em dê di vê pêvajoyê de digel dewleta xwe bin"
Babat diyar kir ku wek malmezinên herêmê ji bo ku dawî li pevçûnan bê û pêvajoya çareseriyê ji nû ve bê tetbîqkirin, amade ne ku piştgiriya ku hewce dike bidin. Babat got ku Tirkiyeyeke ku ji çek û şîdetê hatiye paqijkirin kêrî her kesê tê û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Tu kes nikare ji atmosfera pevçûnê tu tişt bi dest bixe. Hewcedariya herêma me ne bi çekan, bi aramî, aştî û eqlêselîmiyê heye. Berê her tiştê em dixwazin ku tehdîda çekan a ser demokrasiya me bê rakirin, siyaseta demokratîk a meşrû bê parastin. Em dê di vê pêvajoyê de digel dewleta xwe cî bigirin. Em car din di Roja Aştiyê ya Dinyayê ya 1ê Îlonê de dibêjin ji bo ku li herêma me aştî ji nû ve bê avakirin em amade ne ku her cure hewl û fedakariyê bikin."