Serokwezîr Ahmet Davutoglu di navenda giştî ya partiya xwe de axivî.
Davutoglu behsa operasyona Şah Firatê kir û wiha got: " Şeva şemiyê ji bo me bû şeva rûmetê. Lê şîroveyên ku mixalefetê der heqê vê mijarê de kir jî wê di dîrokê de wek lekeyekê reş bi cih bigre."
Davutoglu got ku ji bo vê operasyonê bi hefteyan e amadehî hatin kirin û ev operasyon wisa hat li dar xistin û wiha dewam kir: "Hêzên Çekdar ên nunerên dewleta xwedî erk ketin sînorên Sûriyeyê û di dîrokê de rûpeleke biqîmet vekirin. Lê mixabin mixalefet şûna ku vê pîroz bike, wek aktorên derve yên ku naxwazin Tirkiye pêş ve here û wek rejima Sûriyeyê di heman zimanî ve axivîn."
Serokwezîr Davutoglu behsa rexneyên Serokê MHPyê Devlet Bahçelî kir û wiha axivî: "Birêz Bahçeliyê ku di dema desthilatiyê xwedî li Abîdeyên Orhunê derneket, niha behsa terkkirina axa kal û bavan dike. Me tu ax jî terk nekir. Alaya me ya ezîz wê heta hetayî li ser axa Sûriyeyê bi mihkemtir li cihê pîroz a Tirba Şah Silêman bisekine."
Davutoglu got ku ew ê xwedî mîrata kal û bavan derkevin û wiha dewam kir: "Bila ev bi awayekî eşkere bê zanîn ku li ku derê kevirek jî ji mîrata me hebe, em ê xwedî lê derkevin, ev deynê stûyê me ye. Em li vê jî xwedî derketin, em ê xwedî lê derbikevin jî. Lê çi ecêb e ku CHP miemeleya zimanê biyanî ji osmanî re dike, radibe li ser navê ecdadê osmaniyan diaxive. Ew ne heddê te ye Kiliçdaroglu, heddê me û hêza me ye ku em xwedî li wê mîratê derkevin."
Davutoglu behsa girîngiya Tirba Şah Silêman kir û got ku armanca wan ew e ku ew xwedî li vê mîratê derkevin û wiha axivî: "Şah Silêman ecdadê me ye û di dîrokê de rola wî ne wek kesekî fanî ye, ji bo van axan bike perçeyeke axa welêt ji bo gelê me bûye sembolek jî. Xwedîderketina Şah, xwedîderketina mîrata me, dîroka me, nasnameya me û rûmeta me ye. Ew emanetên ku li wir wek emanetên pîroz dihatin mihefezekirin bi operasyona Şah Firat ve bi awayekî serkeftî neqlî welatê me bûn."
Serokwezîr Davutoglu der barê Pakêta Ewlehiya Navxweyî de jî axivî û wiha got: "Çi dibe bila bibe, bi mebesta parastina azadiyan û peydakirina şertên ewlehiya Tirkiyeyê, ev qanûn wê di meclisê de were qebûlkirin.Yanî hûn bibêjin bila molotof serbest be, herhal ev ê nebe daxwaza mirovên biaqil. Partiyên mixalefetê heta niha teklîfeke maqûl neanîn li pêş me. Heke bînin em ê biaxivin, lê em ê tu caran li ber astengiyan serî netewînin."
- "Molotof li her aliyê dinyayê sûc e"
Davutoglu got ku molotof li her aliyê dinyayê sûc e û wiha dewam kir: "Çend sal berê li Îngiltereyê 3 jinên PKKyî yên ku molotof bi kar anîn qasî 14 salan ceza xwarin. Li Amerîkayê Mîchîganê jî molotof wek sûcekî 2 milyon dolar cezayê pereyê û qasî 4 salan jî cezayê hepsê bê dayîn tê dîtin. Ji ber vê em ê tu caran verastkirineke der barê molotofê de qebûl nekin."
Davutoglu ji bo dema binçavkirinê jî wiha got: "Bi verastkirinê ve bi taybetî di demên ku çalakiyên mezin çêbûn, em ji bo polêsan 24 saetan destûrê didin, bi destûra dozgeran ve jî 48 saetan em destûrê didin. Baş e li Ewropayê ev çawaye? Li Îngiltereyê polês bi tena serê xwe dikare 36 saetan binçav bike, li Almanyayê 24 saet û heta 48 saetan dikare bê dirêjkirin. Li Avusturyayê 48 saetan dikarin binçav bikin. Me verastkirinê ve dema herî kêm di teklîfê de pêşniyar kir."
Davutoglu got ku heke ev qanûn neyê pejirandin di 7ê hezîranê de hilbijartin heye û mixalefet dikare di hilbijartinê de li kuçeyan, kolanan û mitîngan de agahiyê bidin gel.
Davutoglu wiha axivî: "Di TBMMyê de muxalefet kirin mafê we ye. Bêyî tundiyê, heqaretê derkevin û fikrên xwe bibêjin. Di çarçoveya van fikran de em ê jî verastkirinên maqûl bikin. Lê heke hûn bibêjin 'ev qanûn wê dernekeve' hûn ji gel re bibêjin serî hildin, heta wisa ku parlementerên CHPyê çima ku li meclisê şer dernakeve vê wek kêmasî bibînin em ê bibêjin bisekinin. Em ê nehêlin ku rûmeta TBMMyê bê pinkêkirin."
Serokwezîr Davutoglu got ku MHP û HDP yên ku her tim li dijî hev in heke niha heman tiştî bibêjin wê demê divê mirov bifikire ka çima dijî vê qanûnê derdikevin.
Davutoglu bangî hilbijêrin HDPyê û CHPyê kir û got ku divê ew bipirsin ka çima dijî vê qanûnê tê sekinandin û wiha axivî:
"Em ê di hilbijartinan de yek bi yek her derê vebêjin. Kî molotofê diparêze, kî li dijî wan kesên ku li hember hişbir têkoşînê didin astengiyê derdixe, kî li hember kesên ku dixwazin pergala kamuyê tesîs bikin dixebitin astang dibin, kî dixwaze pergala meclisê xirab dike em ê van hemûyan di mitîngan de vebêjin. Înşallah di hilbijartinên 7ê hezîranê de kadroya ku Tirkiyeyê ji xeleqa agir xilas kir wê bi awayekî bibiryar rêya xwe de bimeşe."