Polîtîka

Ji Berdevkê Wezareta Karên Derva Aksoy civîna agahîdayînê

Berdevkê Wezareta Karên Derva Aksoy: "(Rageşiya Amerîka û Rûsyayê) Em geşedanan ji nêz va dişopînin."

Türkan Tosun  | 12.04.2018 - Rojanekırın : 13.04.2018
Ji Berdevkê Wezareta Karên Derva Aksoy civîna agahîdayînê

Ankara

ANKARA

Berdevkê Wezareta Karên Derva Hamî Aksoy der barê mijara Sûriyeyê û rageşiya di navbera Amerîka û Rûsyayê de got: "Em geşedanan ji nêz va dişopînin."

Aksoy li wezaretê daxuyanî da rojnamevanan û pirsên wan bersivandin.

Wezîr Aksoy got bi saya Operasyonên Mertalê Feratê û Çiqlê Zeytûnê qadeke 4 hezar kîlomêtroyî ji terorîstan hat paqijkirin û bi vî awayî xeta Cerablusê heta Efrînê paqij bûye.

Aksoy anî ziman mayîn tên paqijkirin ku gelê herêmê biewlehî vegere malên xwe û wiha dewam kir: "Li Efrînê jiyan normal dibe. Ji ber ku navenda bajêr ji terorîstan hat paqijkirin qismekî sivîlan vegeriyan malên xwe."

Aksoy got piştî Operasyona Mertalê Feratê 160 hezar sivîl vegeriyan herêmê û wiha dewam kir: "Piştî Operasyona Efrînê em li bendê ne ku herî kêm 200 hezar kes vegerin Efrînê."

Ji bo penaberên ji Sûriyeyê Aksoy got deriyê Tirkiyeyê her tim ji wan re vekirî bû û ji bo penaberan 31 milyar dolarî zêdetir pere hatiye xerckirin.

Aksoy destnîşan kir ew geşedanên li herêma Tel Rifatê jî ji nêz va dişopînin û wiha axivî: "Em hewl didin ji muxatabên xwe re bibêjin ev herêm divê ji bo terorîstên PYD/PKKyî nebe navendeke nû."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın