Nihat Kavşut
14 Nîsan 2018•Rojanekirin: 15 Nîsan 2018
ANTALYA
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu: "Divê em derbasî pêvajoya siyasî bibin. Lazim e em Sûriyeyê ji vê rejimê xelas bikin."
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu li Beleka Navenda Tûrîzmê ya Antalyayê beşdarî Civîna Şêwrê û Nasînê ya Rêvebiriya AK Partiyê bû û daxuyanî da rojnamevanan.
Mevlut Çavuşoglu ji bona operasyona dijî rejima Sûriyeyê ku Amerîka, Îngilistan û Fransayê kirin wiha got: "Ev operasyon dijî rejimê ye ku çekên kîmyayî emiland. Divê heta niha hê zûtir midaxele bihata kirin."
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu bal kişand ser çareseriya siyasî ya li Sûriyeyê û wiha axivî: "Divê em derbasî pêvajoya siyasî bibin. Lazim e em Sûriyeyê ji vê rejimê xelas bikin."