Haydar Şahin
20 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 20 Cotmeh 2017
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan: "Di hemû welatên D-8ê da biryardariyek heye. Hemû jî biryardar in ku di mijarên PKK, FETO û mijarên din da ji bo piştevaniyê ji me ahagiyan bistînin -qala îstixbaratê dikim- û çi ji destê wan tê bikin."
Serokomar Erdogan di civîna çapemeniyê ya lidarxist da ragihand ku bila ji berfirehkirina D-8ê netirsin û wiha pê da çû: "Em dibêjin ji berfirehkirina D-8ê netirsin. Min ev teklîfî hevalên ku pê ra xeberda jî kir. Ya rastî Wezîrên me yên Karên Derva jî di navbera xwe da li ser vê axivîn. Em dikarin hejmara D-8ê derxin D-20î jî. Li gor min gaveke wiha ew ê kêrhatî be. Hevalên me yên ku min pê ra xeberda jî dibêjin 'Em erênî li vê mijarê mêze dikin.' Hûrgilî û teqîbata vê ew ê di navbera wezîrên karên derva da bê nirxandin."