Ahmet Aydın
20 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 21 Cotmeh 2017
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim, di axaftina xweyî ku di Konferansa Wezîrên Perwerdeyê yên Tirkiye-Afrîqa de got, "Afrîqa pêgeha mirovahî û şaristaniyê ye. Me hemî demê nûnerên vê medeniyata kevnare weke birayên xwe dît û me xwest em bi wan re bixebitin. Me her dem rêz li nirxên Afrîqayê girt. Di siyaseta derve ya Tirkiyeyê de, serxwebûn, azadî û aşityiya navxweyî ya dewletên Afrîqayî, ji me re bû xwestekeke sereke. Prensîba me weke Tirkiyeyê; Geşpêdana Afrîqa geşepêdana Tirkiyeyê ye. Têkiliyên me yên digel Afrîqayê, nirxên me yên mirovahiyê yê hevpar, nêzîkbûna me ya dîrokî û erdnigarî hiştiye ku Tirkiye bibe cîranê herêmê ne tenê dostê wê. Heger lingekî Tirkiye li Asyayê û lingê din jî li Ewropayê be, dilê wê jî li Afrîqayê ye."
Serokwezîr Yildirim got, "Sala 2019an cara sêyem emê Lutkeya Hevkarî ya Tirkiye-Afrîqayê li bajarê Stenbolê li dar bixînin. Emê di vê lutkeyê de xebatên ku heta nuha hatine kirin û pêşhatan reçav bikin, kêmasiyên xwe tesbît bikin û nexşerêya xwe ya siberojê xêz bikin."
Yildirim herwiha got, "Hevkariya Tirkiyeyê bi şêweyekî duqolî ya digel dewletên Afrîqayê û bi şêweyekî giştî digel seranserê kişwerê re, roj bi roj bihêztir dibe û vediguhere bo pêkhateyeke saziyî. Em dibînin ku pêwendiyên me yên dostane roj bi roj bi hêztir dibin, hevkariya me jî ne tenê di warê siyasî, aborî, çandî belkî di hemî waran de geşe dide. Tirkiye wê di parvekirina ezmûngerî, îmkan û çavkaniyên xwe bi welatên Afrîqayê re di asta sûdmendiya bi hevberî de berdewam be."