Haydar Şahin
15 Îlon 2018•Rojanekirin: 16 Îlon 2018
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di merasima salvegera 100emîn ya rizgariya Bakuyê da axivî û got, "Ji bo serastkirina têkiliyên me yên bi Ermenistanê ra çareserkirina pirsgirêka Qerebaxa Jorê şert e, bira ev wiha were zanîn."
Serokomar Erdogan Qerebaxa Jorê ya ku ji bo Azerbeycanê çavkaniyê pirsgirêkan e ji bo Tirkiyeyê jî çavkaniya pirsgirêkan e. Erdogan diyar kir ku wekî Tirkiye piştgiriyê didin hewla ku Azerbeycan ji bo çareserkirinê dide, ew ê piştgiriyê bidomînin û wiha pê da çû:
"Em dixwazin ku hêsrên çavê xuşk û birayên me yên hesreta warê xwe mane êdî bisekinin. Kesên ji sedî 20ê erdê birayên me dagir kirine, nahêlin milyonek birayên me vegerin warê xwe bira li bendê nebin ku em ji wan ra sînor vekin, ev hêviyeke berhewa ye. Di vê mijarê da helwesta Tiriyeyê eşkere ye, teqez e û zelal e.
Tu derseke dîrokî ya ku ew kes bidin me tuneye ku hesabê merivên li Qerebaxa Jorê hatin qetilkirin, bûyerên 25 sal berê li Xocaliyê qewimîn nadin û kujeran wekî qehreman nîşan didin."