Önder Beyter
11 Hezîran 2018•Rojanekirin: 11 Hezîran 2018
ÎSTANBUL
Şeva Leyletul Qedr li Esenlerê bi bernameya ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û zêdetirî 100 hezarî welatî beşdar bûn va hat îdraqkirin.
Ji bo "Hevdîtina 10 Hezar Xitim 100 Hezar Dia" ya ku ji aliyê Şaredariya Esenlerê hat lidarxistin, welatiyan berê xwe da Meydana Dotyolê.
Zêdetirî 100 hezarî welatiyên ku meydan tijî kirin, ji bo şehîdan, ji bo Filistîn, Xeze, Tirkistana Rojhilat, Sûriye, Iraq, Misir û Arakanê û herwiha seba aramiya coxrafyaya Îslamê û rizgariya hemû mezlûmên dinyayê dia kirin.
Herwiha Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî ji bo "Hevdîtina 10 Hezar Xitim 100 Hezar Dia" hat Esenlerê.
Erdogan pêşiyê çû ziyareta Şaredariya Esenlerê û paşê jî derbasî Meydana Dortyolê ku bername li wê derê ye, bû.
Erdogan li meydanê xîtabî gel kir û wiha dest bi axaftina xwe kir, "Ez remezana we ya şerîf û Leyletul Qedra we pîroz dikim. Ez ji Rebê xwe niyaz dikim ku ev roj û şevên mibarek dê bibin wesîleya efû û mexfîreta me tevan. Ez sipasiya we hemûyan dikim ku di meha Qur'anê da Qur'ana Kerîm li ser zarê we ye û evîna Xwedê û Resûl jî di dilê we da ye. Xwedê bira dia û xitmên we qebûl bike."
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da herwisa bal kişand ser helwesta Awistiryayê ya dijî mizgeftan û wiha got, "Helwesta Awistiryayê ya niha ya dijî Misilman, mizgeft û îbadetxaneyan ew rûyê Ewropayê yê nijadperestî û dijmintiya Îslamê ye ku bi me va dixuyê. Ez ji vir bangî Ewropayê, bi rastî bangî Awistiryayê û Serokwezîrê Awistiryayê dikim; Binêre tu pir ciwan î, hîna tecrubeya te hindik e, divê zêde be. Mêze vê yekê ji bîr neke; Ev çiraxtiya te, ev tevgerên te wê gelek tiştî bîne serê te. Lewra divê tu bi yê yekê baş beled bî ku heger li Awistiryayê mizgeftek were girtin, Misilman û peywirdarên dîn ji Awistiryayê bên qewitandin, bên dersînorkirin, dê jinûva deriyê têkoşîna xaçparêz-hilalparêz vebe ku berpirsê wê jî wê tu bî.
Helbet banga min ne tenê ji bo wê derê ye. Ez bangî hemû Rijava dikim. Ey Rojava, di serî da jî Almanya, vî mirovê xwe hişyar bikim ku bira were ser hemdê xwe. Heger neyê ser hemdê xwe bûyer dê ber bi aliyekî cuda biçe. Ji ber ku argumanên me jî hene, gavên ku em ê jî bavêjin hene. Ji ber vê qasê bi tu awayî em înzê nadin ku li 250 hezar birayên min wê derê zilim were kirin. Çi hewce dike em ê bikin. Ji aliyê zihniyetê va tu ferqa wê yekê tuneye ku mirov Misilmanên li Arakanê ji warê wan cuda bike û herwiha li naverasta Ewropayê mizgeftan bigire."