15 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2016
MELETÎ (AA) - Tirkiye têkoşîna xwe ya dijî DAEŞa rêxistina terorê bi biryardarî berdewam dike. Li Tirkiyeyê ji 5 hezar û 310 kesên ku di operasyonên ku di çarçoveya têkoşîna dijî DAEŞa rêxistina terorê hatin kirin de hatin binçavkirin hezar û 654 kes hatin girtin.
DAEŞ ji sala 2013an pê ve dest bi fealiyetên xwe yên ser Tirkiyeyê kir û heman salê Tirkiyeyê ew xst nav lîsteya rêxistinên terorê. Di sala 2014an de piştî ku DAEŞê Mûsil bi dest xist 49 kesên li Serqonsolosxaneya Mûsilê ya Tirkiyeyê dîl girt û bi vî awayî tehdîda DAEŞê zêde bû û bi demê re ji derveyî welêt ket nav welêt.
Di xebatên ku piştî êrîşên ku di 20 temûza 2015an li Sirûca navçeya Rihayê û di 10ê cotmeha 2015an de li ber derê Gara Enqereyê bi êrîşkarên xwekujiyê hatin kirin de derket holê ku têkiliya kiryaran bi DAEŞa rêxistina terorê re heye.
Herî dawî hat tespîtkirin ku êrîşa terorê ya li Balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê jî dîsa ji aliyê DAEŞê ve hatiye kirin. Tirkiye dijî êrîşên DAEŞê piralî têkoşîn dide û hewl dide her ku diçe ewlehiya xwe zêde bike.
Tirkiye bêyî ku navber bide operasyonên xwe yên dijî DAEŞê berdewam dike. Li Tirkiyeyê ji 5 hezar û 310 kesên ku di operasyonên ku di çarçoveya têkoşîna dijî DAEŞa rêxistina terorê hatin kirin de hatin binçavkirin hezar û 654 kes hatin girtin. Di 6 mehên ewil ên îsal de hezar û 654 kes hatin binçavkirin û balê dikşîne ku ji vana 791 kes biyanî ne.
Di çarçoveya têkoşîna ku dijî DAEŞê hat kirin de lîsteya ku heta îro ji 50 hezarî zêdetir gumanbar tê de cî digirin bi 144 welatî re hat parvekirin, dora 3 hezar û 500î gumanbar jî ji Tirkiyeyê paş ve şandin welatên ku jê hatin.
- TSKyê derbeyeke mezin li DAEŞê da
Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) piştî ku êrîşên DAEŞa rêxistina terorê zêde bûn bi obûsên firtinayê, roketavêjên pirlûle û guleyên tankê li kozikên DAEŞê yên li Sûriyeyê xist û gelek mensûbên rêxistinê kuşt.
Di operasyonên TSKyê yên li Sûriyeyê yên di sala 2016an de yên ser kozikên DAEŞê de ji 500î zêdetir terorîstên mensûbên DAEŞê hatin kuştin.