TBMM
Li parlementoyê parlamenterên jin dê li serê sala nû ya rêzikdanînê de daxuyaniyekê bidin. Parlementerên jin ji bo ku zimanekî giran û tûj bikarneynin dê hişyariyê bidin parlamenterên mêr.
Parlamenterên jin daxuyaniyek dan nûçegihanê AAyê û gotinên Serokê TBMMê Cemîl Çîçek yên di der barê uslûba axaftina parlamenteran de nirxandin. Cemîl Çîçek ji bo uslûba axafin û rageşiya parlamenteran ya di dema hevdîtinên lijneya giştî de wiha gotibû: "Bi bawer bin ji roja ku ez hatim li ser kar heya niha wekî ku raporên hewayî bên weşandin, ji şermezarkirina gotinên ne xweş bêzar bûm."
Hevseroka koma AK Partiyê Mîhrîmah Belma Satir dest nîşan kir ku jin û mêrîtiya heqaret, tevgerên ne li rê û dijûnan tuneye. Lê di van demên dawîn de mêr axaftinên bi vî awayî bêtir bi kar tînin.
Seroka Lijneya Wekheviya Derfetên Jin û Mêran ya TBMMyê Azîze Sîbel Gonul diyar kir ku di sala rêzikdanina borî de parlementeran zimanekî ku nayê teswîbkirin bi kar anîn. Gonul aciziya xwe ya der barê vê mijarê de anî ziman.
Parlamentera CHPê ya Stenbol Bînnaz Toprak jî got ku zimanê ku di TBMMê de tê bikaranîn gelek kesan aciz dike. Toprak got ku di roja ewilîn ya vebûna parlementoyê de parlementerên jin yên her 4 partiyan dê daxuyaniyekê biweşînin û bikaranîna zimanekî bi vî awayî dê şermezar bikin. Emê ragihînin raya giştî ku ji niha pê de em tehamûlê vê yekê nakin.
Parlamentera Eskîşehirê ya MHPê Ruhsar Demirel jî diyar kir ku ew bixwe li hember daxuyaniya hevpar ya parlamenterên jin e. Demirel wiha got: Yên ku dîjûnan dikin mer in. Heke ev yek bê astengkirin divê mêr haj bi zimanê xwe hebin. Ev kar bi protestoya jinan nabe.
BDP Grup Başkanvekili Pervin Buldan, "Kadın milletvekilleri olarak küfürlerden, hakaretlerden bıktık artık" görüşüne yer verdi.
Hevseroka Koma BDPê Perwîn Buldanê jî got: "Em wek parlementerên jin ji dijûn û heqaretan bêzar bûn."