04 Gulan 2016•Rojanekirin: 05 Gulan 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di axaftina xwe ya li 25emîn Civîna Mixtaran da der barê qewimînên di gotûbêjkirina teklîfa guhertina destûrê ya der heqê parêzbendiyê da wiha got, "Serokê komîsyonê bixwasta dikaribû ne medya ne jî şêwirmend hilda wir. Dikaribû tenê bi endamên komîsyonê ra ev civîn bikira. Lê li ser navê azadiyê qadeke wiha ji wan ra vekir. Mixabin wan ev firsenda ku ji wan ra hat dayîn, li gor usûlê bi kar neanîn. Mixabin rewşeke ku millet pir pir xemgîn bike li wê derê derket holê. Ev millet layîqê vê nîne. Ev millet layîqê dîmenên bi vî rengî nîne. Ev jî ne layîq in ku bibin nûnerê vî milletî."
Di axaftina xwe da Erdogan wiha bal kişand, "Ewên qaşo parlementer bi xwendina sirûdên rêxistina terorê ji civînên parêzbendiyan derketin. Saziyên Medyayê yên ku ev rewşa wan weke rewşeke qehremaniyê kirin nûçe baş diyare bê hefsarê wan di destê kê de ye."
"Emê her êrîşeke dijî axa xwe bêbersiv nehêlin"
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku êrîşên dijî Tirkiyeyê dê bêbersiv nemînin û wiha xeberda, "Baş bizanibin ku me tu êrîşeke li ser Tirkiyeyê, axa Tirkiyeyê û welatiyan bêyî bersiv nehîşt û emê nehêlin jî. DAEŞê xisara herî mezin piştî êrîşa li ser Kilîsê kir, heke êrîşên xwe bidomîne wê zêdetir zirarê bike. Em zanin ku sedema êrîşên wan ên tacîzê çi ye, armanca wan çi ye. Lê hûn bawer bin, ew ê nikaribin bi ser bikevin."