Sevim Hatun
21 Tebax 2017•Rojanekirin: 22 Tebax 2017
ÎSTANBUL
Serokê Îranê Elî Xameney got ku mudaxeleya li Iraq û Sûriyeyê li gorî berjewendiyan e.
Li gor ÎSNAya Ajansa Xwendekarên Îranê, Qasim Silêmaniyê Fermandarê Hêzên Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê di Konferansa Dinya Mizgeftê ya ku cara 15emîn li Tehranê hat lidarxistin de axivî. Silêmanî got ku li Îranê hin rêvebir Beşar Esedê Serokê Dewleta Sûriyeyê wekî dîkdator dibînin lê serok Xameney li gor berjewendiyan li meseleyê dinihêre.
Silêmanî wiha dewam kir: "Hin dostên me yên li welêt û li derveyî welêt digotin 'Nekevin Sûriye û Iraqê. Bes Îranê biparêzin.' Heta yekî gotibû 'Yanê em herin dîkdator biparêzin?' Rêber (Serok Xameney) wiha bersivandibû 'Em wextê bi welatekî re têkiliyê datînin lê nanêrin ka serokê kîjanê dîkdator e an tiştekî dinê ye. Em berjewendiyên xwe diparêzin."